Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin 2022-07-05 13:32:45 ENQERE - Li Qada Ulus a Enqereyê 3 rojnameger hatin derbkirin û binçavkirin. Rojnamegeran bi daxuyaniyekê ev binçavkirin protesto kirin û dan zanîn ku tevî hemû zextan jî dê meşa xwe bidomînin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine girtin xwestin li Qada Ulus a Enqereyê daxuyayaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî rojnamegeran kirin û di encamê de nûçegihanê Ajansa me yê Buroya Enqereyê Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar hatin binçavkirin   Li ser vê yekê rojnameger ji bo hevalên xwe yên hatine binçavkirin û êrişa polîsan, çûn Nûnertiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê (Basin-Îş) ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û li vê derê daxuyanî dan. ‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’ Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dede li vir axivî û wiha got: “Rojnameya Ozgur Ulkeyê 25 sal berê hat bombekirin û rojek piştre bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derket. Xuyaye ku di çavê dewletê de tiştek neguheriye. Dê me îro ji bo hevalên xwe yên hatine girtin daxuyaniyek bidaya. Ji bo vê jî hewcehî bi girtina destûrê nîne. Me mafê xwe ye makeqanûnê bi kar anî û tevî vê jî ji bo ewlehiyê ji walîtiyê re pêşnivîsek şand. Lê bersiva me nedan û dema em hatin qadê jî me dît ku rojnameger ji qadê tên dûrxistin. Hevalên me hatin derbkirin û binçavkirin. Rojnamegerî ne sûc e.” ‘DERB KIRIN Û PIŞTRE JÎ BINÇAVKIRIN’ Piştre jî li ser navê DFG’ê rojnameger Ozgur Paksoy axivî û ev tişt anî ziman: “Êrişî hevalên me kirin, derb kirin û bi îşkenceyê binçav kirin. Hevalên me Denîz Nazlim û Sîbel Yukler bi lêdanê hatin binçavkirin.” ‘EM Ê KARÊ XWE YÊ ÇÊKIRINA NÛÇEYAN BIDOMÎNIN’ Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad di nava 33 salan de gelek bedelên giran dan û ev tişt anî ziman: “Dibe ku hevalên me biqasî salên 90’î neyên kuştin lê tên binçavkirin û girtin. Gelek jê neçar dimînin ku derkevin derveyî welat. Em jî tevî vê yekê hewl didin rojnamegeriyê bikin. Ji ber ku em baş di wê ferqê de ne ku pêdiviya gel bi nûçeyan heye. Hûn nûçeyên ku em çêdikin di rojname, radyo an jî TV’yên din de nabînin an jî bi awayekî berovajîkirî dixwînin. Lewma me bedelên giran dan û xwe gihand van rojan. 52 şehîdên me hene. Her cara ku ew heval tên bîra me, mirov xwe bi zorê digire. Tevî wê yekê jî me xwe gihand van rojan. Em ê ji vir û şûnde jî xwe ji vê rêyê nekin. Weke ku di kongreya HDP’ê de jî hatiye gotin; em dixwazin Enqereya ku mejiyê DAIŞ’ê lê desthilatdar e jî demokratîk bikin. Heke em bikarin xwe ji vê desthilatdariyê xelas bikin, polîsên ku îro êrişî me kirin dê hesabê bidin.” ‘TÊKOŞÎNA LI GEL ÇAPEMENIYA AZAD DÊ BIDOME’ Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî banga berdana rojnamegerên girtî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin rejîma xwe bi çapemeniya hawîz ava bikin. Ji bo vê jî çavkaniyên gel, çavkaniyên Bankaya Zîraatê pêşkeş kirin. Dixwazin çapemeniyeke di bin kontrola wan de ava bikin. Kedkarên çapemeniya azad bûn dengê wijdana civakê, bûn guh, çav, dil û mejiyê civakê. Em dîsa spasiya wan dikin û dibêjin ku ew serfirazî û rûmeta me û civakê ne. Heta ku zexta li ser wan radibe jî em ê li gel wan têbikoşin.” ‘EM Ê RASTIYAN BI PIŞTEVANIYA ÇAPEMENIYÊ RE HÎN BIBIN’ Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku girtin û binçavkirina kedkarên çapemeniya azad nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Makeqanûneke vî welatî heye û bi tu awayî nikarin alav û amûrên çapemeniyê desteser bikin. Lê dest danîn ser yên hevalên me. Ev binpêkirina makeqanûnê ye. Girtinên heyî binpêkirina makeqanûnê ye. Di esasê xwe de naxwazin haya kesekî ji rastiyan hebe. Van rojnamegerên girtî rastî dinivîsandin lewma hatin girtin. Em ê bi saya piştevaniya bi çapemeniya azad re hînî rastiyan bibin.” ‘ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’ Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku êrişên heyî nayên qebûlkirin û berteka xwe wiha nîşan da: “Dixwazin beriya hilbijartinê, mafê agahîgirtinê yê gel binpê bikin. Lewma vê zextê li ser kedkarên çapemeniya azad dikin. Rejîma rewşa awarte ya li Tirkiyeyê berdewam e. Polîtîkaya zextê roj bi roj girantir dikin. Ji bo bidawîkirina polîtîkaya zextê jî hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Em 16 rojnamegeran nas dikin. Van hevalên me polîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr kirin.” ‘EM XWEDÎ LI MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ DERKEVIN’ Li ser navê MKGP’ê jî Oznûr Deger axivî. Deger, wênekeşa di destê xwe de nîşan da û wiha got: “Ev makîneye ne tenê alaveke pîşeya me ye. Her wiha heqîqeta me vedibêje û sedema hebûna me ye. Ji roja derxistina Rojnameya Kurdistanê heta niha weke mîras ji me re ma ye. Mîrasa Apê Mûsa û Gurbetellî Ersozan e. Me xwest îro li wê xwedî derkevin û xwest bên ba hev. Lê li hemberî me zîhnniyeteke pir faşîst hebû. Em bi îşkenceyê ji wir dûr xistin. Em ne li benda piştevaniyê ne. Di serî de hempîşeyên me, banga me li her kesî ew e ku xwedî li mafê agahîgirtinê derkevin.” Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.