Ragip Zarakolu: Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an pêkenoke

  • rojane
  • 12:16 5 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Ragip Zarakolu diyar kir ku Tirkiyeyê di lûtkeya Madrîdê de ku weke “serkeftin” pêşkeş kiribû de tiştek bi dest nexistiye û ji bo daxwaza îadekirina xwe jî wiha got: “Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an ku serbest hatibûm berdan, cihê pêkenokê ye.”

 
Di lûtkeya NATO’yê ya li paytexta Spanyayê Madrîdê di navbera Fînlandiya, Swêd û û Tirkiyeyê de mutabaqatek hate îmzekirin. Bi vê yekê re pêşî li Fînlandiya û Swêdê hat vekirin ku tev li NATO’yê bibin. Hat zanîn ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo îadekirinê lîsteyeke ku navên gelek kesan tê de hebûn radestî Swêdê kirin. Di nava vê lîsteyê navê Ragip Zarakolu jî heye û Zarakolu derheqê lûtkeya NATO’yê û lîsteya îadekirinê de bi ajansa me re axivî. 
 
Zarakolu, da zanîn ku hewldana dagirkirkeriyê ya Rûsyayê ya li Ûkraynayê di nava Komarên Baltikê ku Fînlandiya û Swêd jî di nava wan de ne rê li ber fikaran vekiriye û wiha got: “Ev devletên serbixwe yên herêmê, berê parçeyeke Împaratoriya Rûsan bûn.  Li dijî êrişên ‘dagirkeriyê’, van dewletan ev demekî dirêj bû polîtîkaya bêalîtiyê dimeşandin. Lê niha dev ji vê polîtîkaya xwe berdan. Lewma serî li NATO’yê dan. Sedema vê rewşê jî Putîn e. Mirov dikare bibêje ku di halê hazir de herî zêde Putîn alîkariyê dide NATO’yê. Gelemperiya xelkê Swêd û Fînlandiyayê piştgiriyê didin endamtiya NATO’yê. Dema em li dîrokê dinihêrin, dibînin ku Swêdê herî dawî bi Rûsyayê re şer kiriye. Û di dîrokê de gelek caran şer bi Rûsyayê re kirine. Fikarên heyî ji ber van mijarên dîrokî ne.” 
 
NATO Û PIRSGIRÊKA KURD 
 
Bi domdarî Zarakolu anî ziman ku Serokkmarê AKP’î Erdogan xwest hewldana endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê bo xwe weke firsendekî bi kar bîne û wiha domand: “Ev polîtîka bi tevahî li ser esasê berjewendiyan e. Qerta NATO’yê li dijî Swêd û Fînlandiyayê weke amûreke zextê bi kar tîne. Hewl dide vê hewldanê ji bo pirsgirêka kurd bi kar bîne. Tirkiye dibêje pirsgirêka min a ‘terorê’ heye. Lê belê ne pirsgirêka ‘terorê’ lê pirsgirêka kurd heye. Ji neteweyên nava Osmaniyan de tenê ermen û kurdan nekarîn dewletên xwe ava bikin. Gelê ermen hate qirkirin û hebûna kurdan hate înkarkirin. Anku dev ji daxwaza azadiyê ya kurdan berde, bi kar anîna mafên siyasî jî weke gefekê dibînin.” 
 
‘TIRKIYEYÊ TIŞTEK LI NATO’YÊ BI DEST NEXIST’ 
 
Di berdewamê de Zarakolu anî ziman ku Erdogan lûtkeya Madrîdê weke “serkeftinek” parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê Tirkiyeyê tiştek bi dest nexist. Ji ber ku Fînlandiya û Swêdê bi zimanekî dîplomatîk gotin ku dê di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de dîsa li dosyayên kesên Tirkiye weke ‘terorîst’ pênase dike binihêrin. Jixwe demekî kin piştre gotin ku dosyayên 19 kesan li Dadgeha Bilind biencam bûne û dê ev daxwaz neyê qebûlkirin. Ji ber ku di vê mijarê de biryar ne ya hikûmetê lê ya Dadgeha Bilind a Swêdê ye. Jixwe Swêdê di mijara sûcên edlî de dem bi dem hinek kes li Tirkiyeyê vegerandine. Lewma li gorî min Tirkiyeyê tiştek bi dest nexist. Lê dîsa jî muxalefeta çep a Swêdê weke xelat qebûl kir.” 
 
‘TEVGERA LI DIJÎ KURDAN’
 
Zarakolu, da zanîn ku hejmara kesên ku Tirkiye daxwaza lêvegerana wan ji Swêdê dike derketiye 72’yan û wiha pê de çû: “Di vê lîsteyê de navê parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabahev jî heye. Ev jî nîşan dide ku ‘tevgereke’ li dijî kurdan e. Ev hewldanên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de di nava kurdan de rê li ber fikaran vekirin. Polîtîkaya rêveberiya Erdogan her wiha gefê li îstîqrara siyasî ya Swêdê dixwe. Tirkiyeyê ev lîste pir micid amade kir lê di mijara îadekirinê de hikûmeta Swêdê pir baldarî nêz dibe. Tirkiye miameleya welatekî duyemîn li Swêdê dike. Kesekî nebihîstiye ku Tirkiyeyê daxwazeke wiha ji Fransa, Almanya yan jî DYA’yê kiribe. Ev jî nêzikatiyeke biçûkxistinê ye. Daxwaza lêvegerana min, tacîzeke û dixwaze wan aciz bike. Nexwe bingeheke hiqûqî tune ye. Ji vê dozê ez di sala 2012’an de hatim berdan. Ji ber vê dozê daxwazkirina lêvegerana min tiştekî pêkenok e. Di esasê xwe de hewce bû doza KCK’ê ya Stenbolê biketa. Ji ber ku dadgerên wê girtî ne. Biryara dadgeheke ku dadgerên wê hatine girtin ehmeqî ye.”
 
‘TIRSA SWÊDÊ ÎSLAMA SIYASÎ YE’
 
Herî dawî jî Zarokalu ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de Swêd îslama siyasî bo xwe weke gef dibîne. Gelek êrişên bombeyî yên îslama tundrew li dijî Swêdê çêbûn. Lewma xurtkirina qanûna ‘terorê’ dê derdorên nêzî îslama siyasî û Erdogan aciz bike. Nêzikatiya Fînlandiya û Swêdê ya li dijî kurdan dê neguhere. Mijara esasî ew e ku rê li ber destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê vekin. Lê Biden bi xwe ev daxwaz red kir. Nexwe niha ji zû de dest bi hewldaneke dagirkeriyê ya mezin bikirana. Li vê herêmê ne tenê kurd, derdorên demokrasîxwaz ên Sûriyeyê jî hene û bi hev re eniyek ava kirine. Lewma mimkin nîne ji van herêman vekişin. Ev yek bo tifaqa NATO’yê derbasdar e. Daxwaz ew e lê nekarîn li dijî Bakurê Sûriyeyê êrişeke dagirkeriyê ya leşkerî bikin. Li şûna wê êrişî rojnamegerên kurd kirin. Ji ber ku xwestin weke parçeyeke vê operasyonê, nehêlin agahî werin parvekirin. Hikûmeta Enqereyê ‘serkeftinek’ bi dest nexist. Neteweperestên fars, ereb û tirk ev sed sal in kurdan ji bo xwe weke gef dibînin û gelê kurd li herêmên cuda bedelên giran da. Ev sed sal derbas bûn û êdî mimkin nîne ev rewş bi vî rengî bidome.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî