Ragip Zarakolu: Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an pêkenoke 2022-07-05 12:16:36 STENBOL - Ragip Zarakolu diyar kir ku Tirkiyeyê di lûtkeya Madrîdê de ku weke “serkeftin” pêşkeş kiribû de tiştek bi dest nexistiye û ji bo daxwaza îadekirina xwe jî wiha got: “Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an ku serbest hatibûm berdan, cihê pêkenokê ye.”   Di lûtkeya NATO’yê ya li paytexta Spanyayê Madrîdê di navbera Fînlandiya, Swêd û û Tirkiyeyê de mutabaqatek hate îmzekirin. Bi vê yekê re pêşî li Fînlandiya û Swêdê hat vekirin ku tev li NATO’yê bibin. Hat zanîn ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo îadekirinê lîsteyeke ku navên gelek kesan tê de hebûn radestî Swêdê kirin. Di nava vê lîsteyê navê Ragip Zarakolu jî heye û Zarakolu derheqê lûtkeya NATO’yê û lîsteya îadekirinê de bi ajansa me re axivî.    Zarakolu, da zanîn ku hewldana dagirkirkeriyê ya Rûsyayê ya li Ûkraynayê di nava Komarên Baltikê ku Fînlandiya û Swêd jî di nava wan de ne rê li ber fikaran vekiriye û wiha got: “Ev devletên serbixwe yên herêmê, berê parçeyeke Împaratoriya Rûsan bûn.  Li dijî êrişên ‘dagirkeriyê’, van dewletan ev demekî dirêj bû polîtîkaya bêalîtiyê dimeşandin. Lê niha dev ji vê polîtîkaya xwe berdan. Lewma serî li NATO’yê dan. Sedema vê rewşê jî Putîn e. Mirov dikare bibêje ku di halê hazir de herî zêde Putîn alîkariyê dide NATO’yê. Gelemperiya xelkê Swêd û Fînlandiyayê piştgiriyê didin endamtiya NATO’yê. Dema em li dîrokê dinihêrin, dibînin ku Swêdê herî dawî bi Rûsyayê re şer kiriye. Û di dîrokê de gelek caran şer bi Rûsyayê re kirine. Fikarên heyî ji ber van mijarên dîrokî ne.”    NATO Û PIRSGIRÊKA KURD    Bi domdarî Zarakolu anî ziman ku Serokkmarê AKP’î Erdogan xwest hewldana endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê bo xwe weke firsendekî bi kar bîne û wiha domand: “Ev polîtîka bi tevahî li ser esasê berjewendiyan e. Qerta NATO’yê li dijî Swêd û Fînlandiyayê weke amûreke zextê bi kar tîne. Hewl dide vê hewldanê ji bo pirsgirêka kurd bi kar bîne. Tirkiye dibêje pirsgirêka min a ‘terorê’ heye. Lê belê ne pirsgirêka ‘terorê’ lê pirsgirêka kurd heye. Ji neteweyên nava Osmaniyan de tenê ermen û kurdan nekarîn dewletên xwe ava bikin. Gelê ermen hate qirkirin û hebûna kurdan hate înkarkirin. Anku dev ji daxwaza azadiyê ya kurdan berde, bi kar anîna mafên siyasî jî weke gefekê dibînin.”    ‘TIRKIYEYÊ TIŞTEK LI NATO’YÊ BI DEST NEXIST’    Di berdewamê de Zarakolu anî ziman ku Erdogan lûtkeya Madrîdê weke “serkeftinek” parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê Tirkiyeyê tiştek bi dest nexist. Ji ber ku Fînlandiya û Swêdê bi zimanekî dîplomatîk gotin ku dê di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de dîsa li dosyayên kesên Tirkiye weke ‘terorîst’ pênase dike binihêrin. Jixwe demekî kin piştre gotin ku dosyayên 19 kesan li Dadgeha Bilind biencam bûne û dê ev daxwaz neyê qebûlkirin. Ji ber ku di vê mijarê de biryar ne ya hikûmetê lê ya Dadgeha Bilind a Swêdê ye. Jixwe Swêdê di mijara sûcên edlî de dem bi dem hinek kes li Tirkiyeyê vegerandine. Lewma li gorî min Tirkiyeyê tiştek bi dest nexist. Lê dîsa jî muxalefeta çep a Swêdê weke xelat qebûl kir.”    ‘TEVGERA LI DIJÎ KURDAN’   Zarakolu, da zanîn ku hejmara kesên ku Tirkiye daxwaza lêvegerana wan ji Swêdê dike derketiye 72’yan û wiha pê de çû: “Di vê lîsteyê de navê parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabahev jî heye. Ev jî nîşan dide ku ‘tevgereke’ li dijî kurdan e. Ev hewldanên di navbera Swêd û Tirkiyeyê de di nava kurdan de rê li ber fikaran vekirin. Polîtîkaya rêveberiya Erdogan her wiha gefê li îstîqrara siyasî ya Swêdê dixwe. Tirkiyeyê ev lîste pir micid amade kir lê di mijara îadekirinê de hikûmeta Swêdê pir baldarî nêz dibe. Tirkiye miameleya welatekî duyemîn li Swêdê dike. Kesekî nebihîstiye ku Tirkiyeyê daxwazeke wiha ji Fransa, Almanya yan jî DYA’yê kiribe. Ev jî nêzikatiyeke biçûkxistinê ye. Daxwaza lêvegerana min, tacîzeke û dixwaze wan aciz bike. Nexwe bingeheke hiqûqî tune ye. Ji vê dozê ez di sala 2012’an de hatim berdan. Ji ber vê dozê daxwazkirina lêvegerana min tiştekî pêkenok e. Di esasê xwe de hewce bû doza KCK’ê ya Stenbolê biketa. Ji ber ku dadgerên wê girtî ne. Biryara dadgeheke ku dadgerên wê hatine girtin ehmeqî ye.”   ‘TIRSA SWÊDÊ ÎSLAMA SIYASÎ YE’   Herî dawî jî Zarokalu ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de Swêd îslama siyasî bo xwe weke gef dibîne. Gelek êrişên bombeyî yên îslama tundrew li dijî Swêdê çêbûn. Lewma xurtkirina qanûna ‘terorê’ dê derdorên nêzî îslama siyasî û Erdogan aciz bike. Nêzikatiya Fînlandiya û Swêdê ya li dijî kurdan dê neguhere. Mijara esasî ew e ku rê li ber destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê vekin. Lê Biden bi xwe ev daxwaz red kir. Nexwe niha ji zû de dest bi hewldaneke dagirkeriyê ya mezin bikirana. Li vê herêmê ne tenê kurd, derdorên demokrasîxwaz ên Sûriyeyê jî hene û bi hev re eniyek ava kirine. Lewma mimkin nîne ji van herêman vekişin. Ev yek bo tifaqa NATO’yê derbasdar e. Daxwaz ew e lê nekarîn li dijî Bakurê Sûriyeyê êrişeke dagirkeriyê ya leşkerî bikin. Li şûna wê êrişî rojnamegerên kurd kirin. Ji ber ku xwestin weke parçeyeke vê operasyonê, nehêlin agahî werin parvekirin. Hikûmeta Enqereyê ‘serkeftinek’ bi dest nexist. Neteweperestên fars, ereb û tirk ev sed sal in kurdan ji bo xwe weke gef dibînin û gelê kurd li herêmên cuda bedelên giran da. Ev sed sal derbas bûn û êdî mimkin nîne ev rewş bi vî rengî bidome.”    MA / Ergîn Çaglar