ERZINGAN – Ji ber pîrozbahiyên 8'ê Adarê, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Erzinganê. Di avêtina ser avahiyê de hevserokên bajêr hatin binçavkirin.
Danê êvarî polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Erzinganê. Di avêtina ser avahiyê de wêneyên li avahiyê hatibûn daliqandin û materyalên li avahiyê hatin komkirin. Hat hînbûn ku hinceta avêtina ser avahiyê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Di dema lêgerîna li avahiyê de her der hat aravûtaravkirin. Piştî avêtina ser avahiyê, hevserokên HDP'ê yên bajêr Velî Pinar û Şukran Kral hatin binçavkirin.
Hevserokên hatin binçavkirin birin emniyeta bajêr.