REQA – Gelê Reqayê bi dirûşmeya “Heqîqet eşqe, eşq jiyana azad e” û “Bijî Berxwedana Serdemê” meşek pêk anîn û piştgirî dan Berxwedana Serdemê ya Efrînê.
Piştî banga seferberiyê ya ji bo Efrînê, gelê Reqayê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajêr meşek pêk anîn. Meş ji çerxeriya Neîm heta Stada Beledî pêk hat. Meşvanan pankartên “Ji dagirkeriya Osmanî ya li ser axa Efrînê re na, ciwanên Reqayî fedaiyên Efrînê ne, bijî yekitiya gelan û bijî Efrîna azad” vekirin û bê navber dirûşmên Berxwedana Serdemê berz kirin. Meş li Stada Beledî veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Cela Hemzawî axivî. Cela, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi serkêşiya AKP‘ê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heya roja îro kar û barên dagirkeriya Sûriyê dike û xêrê ji gelê Sûriyeyê re naxwaze.
Piştî Cela, li ser navê rûspiyên Reqayê Hisên Berces axivî û wiha got: “Gelê Reqayê û rûspiyên wê, em derketin qadan da ku piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê. Em ji gelê Efrînê re dibêjin ku em heta dawiyê li pişt wene.”
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.