NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran kurdên li Lubnanê dijîn, li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê li pêşiya avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê çalakî pêk anîn.
Li ser banga seferberiyê ya ji bo Efrînê, Kurdistaniyên li Lubnanê dijîn, daketin qadan û bi meşekê êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kirin. Meş ji Cisir El-Kola ber bi avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya li herêma Riyad El-Silih a Beyrûtê berdewam kir. Meşvanan wêneyên kesên di parastina Efrinê de jiyana xwe ji dest dan, alên YPG û YPJ û pankartên “Efrîn dê bi serkeve” hildank. Li pêşiya avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî dan. Li ser navê kurdên Lubnanê Mêrvet Hemo daxuyanî xwend. Hemo di daxuyaniyê de got “52 roj in li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrîna bi ewle derbas bûn, li hemberî van êrîşan jî îradeya gelê me û berxwedaniya wê zêde dibe. Artêşa Tirk û çeteyên wê yekser sivîlan hedef digire, bi vê yekê dixwaze qirkirineke mirovî û cografî pêk bîne û sivîlan ji warên wan bidin koçberkirin. Tirkiyê bi van êrîşên xwe hemû pîvanên navdewletî bin pê dike û şerî dîrok û çanda gelekî dike."
Hemo, anî ziman ku ji Beyrûtê êrîşên bi armanca qirkirina gelê kurd û şewitandina erdê wan şermezar dikin û wiha got: "Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku rastiya ku li Efrînê pêk tê eşkere bike.”
Di çalakiyê de, nûnerê Rêberiya Xweser a Lubnanê Diyar Qamişlo, yê Weqfeya Çandî û Civakî ya Newroz Henan Osman, yê TEV-DEM‘ê Şervîn Cûdî axivîn. Nûneran destnîşan kirin ku berxwedana gelê Efrînê wê serkeve, ji ber ku gelê Efrînê dev ji xaka xwe bernadin û wê heta dawî parastina wê bikin. Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û “Erdogan terorîst” hate bidawî kirin.