EFRÎN - Balafirên şer ên TSK’ê sivîlên li ser rêya Maretê ya Efrînê kirin hedef. Gelek birîndar hene. Li gundên Şêrawa jî balafirên şer bombe kir û 4 kes birîndar bûn
Êrîşên hewayî yên TSK’ê yên li ser Efrînê berdewam dikin. Di bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de sivîl hatin hedef girtin.
Hat diyar kirin ku balafirên şer ên TSK'ê sivîlên li ser rêya Maretê ya Efrînê hedef girtin û gelek kes birindar bûn. TSK’ê êrîşên xwe yên hewayî yên li ser tax û navenda Efrînê ev du rojin bi dijwarî berdewam dike û sivîlan hedef digire.
4 SIVÎL BIRÎNDAR KIRIN
Balafirên şer ên TSK'ê li gundên Basutê, Gurzelê, Zirbê û navenda navçeya Şêrawa jî bombe barandin. Ji ber bomberdûmanê 4 sivîl birîndar bûn. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên TSK'ê li navenda Şêrawa Reyhana Mihemed, li gundê Basutê Azad Mihemed Xelo (25), li gundê Gurzelê Ziheyr Yûsif (45) û li gundê Zirbê jî Cuma Receb (21) birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa Cuma Recep giran e.