AMED - DBP’ê, qûrbaniyên komkujiya Qamişlo ya 2004’an a ji aliyê Rejîma Baas’ê ve pêk hat, bibîr anîn.
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), qûrbaniyên komkujiya Qamîşlo ya di 12’ê Adara 2014’an a ji aliyê Rejîma Baas’ê ve pêk hat, bibîr anîn. DBP’ê di 14’emîn salvegera komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Îro 14’emîn salvegera komkujiya Qamişlo ya ji aliyê rejîma Baas’ê ya li ser gelê kurd ê Sûriyeyê pêk aniye. Hezên Baasê di navbera lîstika futbolê de êrîşê gel kirin û di roja destpê de 8 kes qetil kirin. Bi giştî di êrîşên li Qamişlo de 29 kurd hatin qetilkirin. Rejîma Baasê bi van êrîşên xwe armac dikir ku nasname, rûmet, statu û têkoşîna gelê kurd û lêgerîna wê ya azadiyê binpê bike û teslîm bigire.
Pêşketinên li Efrînê û komkujiya li Qamişlo dişibin hev. Îro jî cîhan li dijî komkujiya Efrînê bêdeng û li Qamişlo jî bêdeng bû. Ji derveyî gelê kurd û dostên kurdan kesek li dijî rejîma Baasê derneketin. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi rejîmê re hevkarî kirin.
Komkujiya Qanişlo ne tenê gelê kurd ê Rojava, di dilê hemû gelên Kurdistan û dostên wê de cih girt. Dê gelê me destûrê ne de komkujiyek mîna ya Qamişlo li Efrînê jî rû bide. Bi boneya Komkujiya Qamişlo em hemû kesên di têkoşîna azadiya Rojava de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêz bibîr tînin û têkoşîna gelê Rojava silav dikin."