NAVENDA NÛÇEYAN - Trîbûnal a Navneteweyî ku hikûmeta Tirkiye ji ber sûcê kirine lê bê darizandin, dê di 15-16'ê Adarê de li Parîsê kom bibe. Di nava kesên bên darizandin e Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî heye.
Trîbûnal a Navneteweyî ku Tirkiye ji ber sûcên ku hikûmeta AKP'ê kirine, lê bê darizandin, dê di 15-16'ê Adarê de li Parîsê kom bibe. Di nava kesên bên darizandin e Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî heye. Trîbûnal a Navneteweyî ya bi navê din Dadgeha Gel a Mayinde xwe dispêre Dadgeha Russell ya di salên 1960’an de DYA ji ber sûcê li dijî Vietnamê kiribû hatiye darizandin. Darizandin dê li avahiya Borsaya Kar a li Parîsê pêk bê. Bi taybetî dê li ser sûcên şer ên hikûmetê raweste.
ERDOGAN YEK JI KESÊ SEREKE BÊ DARIZANDIN E
Di nava kesên bên darizandin yek ji kesên sereke Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan e. Dîsa fermandarên leşkerîe û rayedarên dewletan ên tev li sûcê mirovahiyê bûne dê bên darizandin. 300 kesên ku di qada navneteweyî de tên nasîn û 45 saziyên navneteweyî piştgiriyê didin dadgehê. 7 hekîm dê dadgehê bi rêve bibin. Lêpirsîn ji aliyê yekîneya hiqûqnasên navneteweyî ve dê bê meşandin. Sûcê li dijî kurdan hatiye kirin jî di îdîanameyê de heye. Di îdîanameyê de der barê kurdan de nêzî 100 rûpel heye. Dadgeh dê biryara xwe 2 meh şûnde bê darizandin.
DÊ ŞAHID JÎ BÊN GUHDARKIRIN
Di heman rûniştina dozê de dê şahidên komkujiya Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê jî bên guhdar kirin. Dê di 16'ê Adarê de jî der barê komkujiya Roboskê û qetilkirina jinan de bên guhdarkirin. Dîsa şahidên der barê kuştina Musa Anter, doza rojnameya Ozgur Gundem û DEP'ê de bên guhdarkirin. Di rûniştina sêyemîn de jî şahidên Şemzînan, Basa û kuştina 3 jinên kurd a li Parîsê bê guhdarkirin. Dîsa dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya rêxistinên li heremê jî dê bên guhdarkirin.