NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Bakurê Sûriye ya Federaliya Demokratîk Hediye Yusuf, bang li Bakurê Kurdistanê kir û xwest hemû gel dakevin kolanan û her der bikin qada serhildanê. Yusuf, anî ziman ku eger gel danekevin qadan dê li Efrînê komkujiya bi hezaran pêk bê.
Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê ji hewayî û bejayî di roja 52'an de berdewam dike. Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Hediye Yusuf, bi telefonê bedarî Ronahî Tv bû û diyar kir ku Efrîn di bin êrîşên giran deye û bi komkujiyek mezin re rû bi rû ye. Yusuf, bi taybetî bang li Bakurê Kurdistanê û gelê Tirkiye kir û xewst li dijî van êrîşan dakevin kolanan û ji hikûmeta Tirkiye re bêjin bes e. Yusuf, anî ziman ku ger gelê Bakur dakevin qadan û li tevahiya Tirkiye gel derkeve kolanan dê karibin rê li pêş komkujiya li ser Efrînê rawestîne. Yusuf, da zanîn ku bingeha serhildanê li Bakur gelek xurt e û xwest êdî rewşa Efrînê temaşe nekin. Yusuf, ji gelê Ewropa û hemû gelê kurd ên li cîhanê jî kir û xwest hemû sazî û dezgehên dewletan dorpêç bikin û zorê li wan bikin ku êdî êrîşan bidin rawestandin."
QEDERA EFRÎNÊ Û HEBÛNA GELAN BI HEV GIRÊDAYÎ YE
Yusuf, herî dawî anî ziman ku gel li her derê dakevin kolanan û çalakiyan pêk bînin dê Efrîn ji komkujiyê xelas bibe û ger ku Efrîn ji komkujiyê xelas bibe dê hemû gel jî ji komkujiyê xelas bibin û wiha got: "Divê gelê me zanibe ku hebûn û qedera hemû gelan, girêdayî qedera Efrînê ye. "Ger ku gelê me ranebe û li her derê bi bandor çalakiyan pêk neyîne gelê Efrînê û bi tevahî gelê me dê rastî qirkirinek mezin bê. Divê hemû gelê me li dijî vê vê talûkeya qirkirina li ser Efrînê seferber bibe.