Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin

img
SAMSÛN - Hevberdevka HDP'ê ya Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm destnîşan kir ku dê gelek kes ji Behra Reş tevli kongreyê bibin û got, beşdarbûna gelê Behrareş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3'yê tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Enqereyê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Çareserî em in, serkeftin ya me ye" bê lidarxistin. Xebatên ji bo kongreyê li çar hawirdorên Tirkiyeyê bênavber didomin. Di çaçroveya xebatan de bi taybetî li Çorûm û Amasyayê xebat gund bi gund hatin kirin. Dê ji bajarên Artvîn, Rîze, Trabzon, Gîresûn, Ordû, Samsûn, Sînop, Çorûm, Amasya û Zongûldakê yên Herêma Behra Reş gelek kes tevli kongreyê bibin. 
 
Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm têkildarî xebatên ji bo kongreyê yên li herêmê tên kirin û peyamên dê di kongreyê de bên dayîn axivî. 
 
TALANKIRINA BEHRAREŞ
 
Bedîrkûrûm bi lêv kir ku HDP bi doza Kobanê û doza girtinê re hedef tê girtin û ev êriş hemû ji bo tepisandina muxalefetê û mayindekirina rejîma talanxur û kedxwariyê ye. Bedîrkûrûm anî ziman ku ev êriş bi salan e li hemberî gelên Behra Reş tên kirin û got: "Ma li Behra Reş bi qetilkirina xwezayê ferzkirina koçberiyê, dûrxistina ji bax û baxçeyan jî ne girtine? Eynî wekî çawa avêtin ser malên siyasetmedarên HDP'î, ma bêyî me neketin baxçeyên me? Wekî deriyên bi keraneyan hatin şikandin, ma bi dozeran baxçeyên me tarûmar nekirin? Ma bi hinceta 'em li madenan digerin', 'em ceryanê hildiberînin' me hemûyan nexapandin? Ma negotin partiya herî demokratîk pariya wan e û bi vî awayî mafên me xesp nekirine?" 
 
DÊ BIBE SERÎHILDAN
 
Bedîrkûrûm destnîşan kir ku HDP ne avahiyeke ku deriyê wê bêqufilandin e û wiha berdewam kir: "Em ne li bendê ne ku ev rejîma qesrê ya serê wê ji betonê têkoşîna kedkaran, têkoşîna gelan fêm bike. Ew dê bi HES'ê li Behra Reş, bi mîmartiya xwe ya madenan nikaribin me fêm bikin. Lê em zarokên serîhildêr ên çem, robar, daristanan, çay û findiqan e. Em dikarin bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û qesrên ji betonan xera bikin û bi awayekî azad di baxçeyê gelan de bijîn. Beşdarbûna welatiyên Behra Reş a ji bo kongreyê, dê bibe serîhildanek li hemberî HES û madenan." 
 
‘EM Ê JI NÛ VE ZÎL BIDIN'
 
Bedîrkûrûm diyar kir ku her kesixandin dara ku rehên xwe kûr berdaye gurtir dike û got: "Eynî wekî dara HDP'ê, findiq û çay jî her ku diqurifin, her ku tên kesixandin ji nû ve zîl didin. Tenê em bitêkoşin. Em li hember kesên çav berdane keda me, xwêdana eniya me bisekin. Em ji gelan re bibêjin ku ya tê kirin polîtîkaya şer e û em zanibin ku ji xeynî têkoşînê tu rêyeke me ya din tune ye." 
 
‘DEMA HESABPIRSÎNÊ'
 
Bedîrkûrûm destnîşan kir ku divê her kes di 3'yê tîrmehê de bi vê ferasetê tev li kongreyê bibe û got, beşdarbûna gelên Behra Reş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî. Bedîrkûrûm bilêv kir ku dem dema hesabpirsînê ye ji kesên ku çav berdane çaya wan û findiqên wan û got: "Ji bo jiyaneke wkehev û bi hev re me soz daye gelan, me ji bo jiyaneke azad soz daye jinan, me soz daye karkerên demsalî ku dê xwêdana eniya wan li erdê nemîne. Werin em bi hev re soza xwe bînin cî, em ji niha ve siberojeke azad û wekhev ava bikin." 
 
MA / Tolga Guney 
 

Sernavên din

07/07/2022
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire
09:02 Derbarê polîsê ku bi kuçik îşkence li Çetîn kir de bi sûcê 'birîndarkirina hêsan' doz hat vekirin
09:01 Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
05/07/2022
20:40 Xwendekarên MED-DER'ê belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin
19:50 Li Enqereyê êrişa polîsan: Nûçegihana me Vûral rakirin nexweşxaneyê
19:13 Polîsê ku tê îdiakirin Aydenîzê tahde lê kiriye piştî daxuyaniya Soylû rapor wergirtiye!
18:58 Rojnamevanên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Rapora Karahîsarê: Esker qisûrdar in, daxuyaniya walîtiyê dûrî rastiyê ye
16:29 14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin binçavkirin
16:22 Gundiyên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:05 Xizmên Windakiriyan: Em ê di hefteya 700’an de li vir bin û li benda tevlibûna we ne
15:58 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Besra Erol
15:50 Komîsyona Amadekar ji bo parastina Aydenîza DBP’î kom bû
15:24 Erîk ê ku du milên wî hatin jêkirin û niha girtî ye nayê dermankirin
14:49 Danişîna doza Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat taloqkirin
14:17 Dê li şahidê veşarî yê di doza SES’ê de were guhdarkirin
14:03 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir
13:32 Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin
13:28 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 4’an
13:24 Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê derqanûnî hatiye şopandin!
13:07 3 kargehên petrolê xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dan sekinandin
13:06 Li Kirklareliyê otobosa rêwiyan qulipî: 6 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:46 Polîsan êrişî rojnamevanan kir: Nûçegihanê me û 3 rojnamevan hatin binçavkirin
12:37 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘em xurt in’ têdikoşin
12:16 Ragip Zarakolu: Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an pêkenoke
12:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:14 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin: Hêrsa me zêde dibe
11:33 Danişîna rojnamevan Yalçin hate taloqkirin
11:25 Cenazeyê Kumru Çetînkaya li Êlihê hat definkirin
11:10 Welatî: Dema wesayît sekinî jî gulebaran berdewam kir
11:03 PZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin
10:54 Konsera Ma Musicê ku hat taloqkirin di 10-11’ê tîrmehê de ye
10:33 ‘Mîrasa Vedat Aydin gihîşt bi milyonan kes, dewletê jî dît ku xeletiyê kiriye’
10:10 Parêzer Kuzu: Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de zîhniyeta 100 salî dubare kirin
09:40 'Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê' ji Weşanên Jingeh derket
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in