STENBOL - Hevalên Hrant berî danişîna 68’emîn doza Hrant Dînk daxuyanî dan û gotin: “Heya em nebêjin qediya ev doz naqede.”
Hevalên Hrant Dînk berî danişîna 68’emîn doza Hrant Dînk a li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin daxuyanî dan. Daxuyanî li ber deriye C ê Edliyê pêk hat û gelek kes beşdarî daxuyahiyê bûn.
DAXWAZA EDLATÊ KIRIN
Yek ji hevalên Hrant Bulent Aydin daxuyanî da û wiha axivî: “Piştî danişîna derbasbûyî dadgehê Okan Şimşek û Veysal Şahîn ji Cendirmeya Trabzonê berdan. 11 sal bi ser qetilkirina Hrant Dînk re derbas bû. 11 salin edalet nehatî cih. Em cardin daxwaza edaletê dikin. Heya ku qatilên rast cezayê heq dikin, negirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heya em ne bêjin qediya, dê ev doz neqede.”
Piştî daxuyaniyê hevalên Hrant derbasî avahiya edliyê bûn. Danişîn bi guhdarkirina şahidan berdewam dike.