AMED - Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Welat Tayip Temel di quncikê îro de cih da wateya Newroza îsal û wiha got: Tê zanîn ku 21’ê Adarê roja têkçûna zilma Dehaq e, roja geşbûna agirê Kawa yê hesinkar e, roja mizgîniya azadiyê ye. Dem ew dem e ku kurd gurzê Kawayê Hesinkar ê giran bi ruhê yekitiyê dawşînin zordestan. Efrîn dikare bi giyanê Newrozê bê parastin."
Rojnameger û Nivîskarê Rojnameya Welat Tayip Temel di guncikê îro yê rojnameyê de bal kişand şerê li ser Efrînê tê meşandin û girîngiya Newroza îsal. Temel, di quncikê xwe de anî ziman ku Efrîn dikare bi giyanê Newrozê bê parastin.
Nivisa Temel wiha ye:
Bajarê Efrînê di bin dorpêçeke giran û dijwar de ye. Êrîşên hewayî her ku diçe ber bi nava bajar ve tên zêdekirin.
Piştî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a agirbestê êrîşên hewayî yên li ser navenda bajar bi zanebûn hatin zêdekirin. Tevî ku HSD di rewşa parastina rewa de ye jî beyan kir ku ew alîgiriya daxuyaniya NY’yê dikin. Lê rayaderên Tirkiyeyê li ser hev daxuyanî dan ku ew ê bi tu awayî li agirbestê guhdarî nekin.
Rojnamegerên ku li Efrînê nûçeyan dişopînin dibêjin; bajarê bi sed hezaran mirov lê dijîn ji hêla balafiran ve bi awayekî giran tê bombebarankirin. Li wir şerekî newekhev û bêedalet heye. Li aliyekê vîna mirov li aliyekê jî hemû amûrên pêşkeftî yên şer.
Li hemû navendên girîng ên cîhanê û li başûrê Kurdistanê bi hezaran kurd li qadan in û hewl didin pêşiyê li hewldanên qirkirina niştecihên Efrînê û dagirkirina wî bajarî bigirin. Di 8’ê Adarê de jinan roja xwe ya berxwedanê diyarî Efrînê kir.
Dewletê ji roja destpêkê heta îro ji bo ku çalakiyên xwedîderketina li Efrînê, li bakurê Kurdistan û li bajarên Tirkiyeyê belav nebin tu rê neman ku serî lê neda.
Tepisandina hemû cure çalakî û bertekan kerb û hêrsek mezin di hundirê gel de peyda kiriye. Amedî bi şev ji ber dengê firokeyên şer nikarin razên. Dema ew deng tê ew baş dizanin ku piştî çend kêliyan ew dê mirinê bi ser Bajarê Zeytûnan de bibarînin.
Bi van hestên hêrs û xerab û di bin vê êrîşa giran de niha li Bakur amadekariyên Newroza 2018’an tên meşandin. Bêguman îsal Newroz xwedîderketina li Efrînê ye. Rengê vê Newrozê Efrîn bi xwe ye.
Bêguman nabe ku li hemberî hewla dagirkeriyê bi tenê di roja Newrozê de bergirî bê kirin. Lê ew dikare bibe destpêka çirandina tevna bêdengiyê.
Jixwe ew roja têrwate ji aliyekî ve mîtolojiya azadiyê ye, ji aliyekî din ve jî dema Kawayê Hesinkar heta Mazlum Dogan û li wê demê jî heta îro, roja têkoşîna azadiyê bi xwe ye.
Gelê kurd ji berê de her sal li gorî rewşa siyasî ya tê de ye, wateyek nû li Newrozê bar kiriye û cejna xwe ya qedîm bi ruhê raperînê pîroz kiriye. Ji ber vê yekê Cejna Newrozê ji bo gelê kurd ji hêla wate û peyamdayînê ve rojeke gelek girîng e.
Berê Newroz ji bo kurdan vejîn û hişyarbûn bû. Lê niha roja hesabpirsîna ji zordest û desthilatdaran e. Taybetmendiya berxwedanê ji her salê zêdetir dikare îsal derkeve pêş. Ji dîroka nêz a 35 salan em baş dizanin ku Newroz her tim bûne destpêka pêvajoyên nû yên têkoşînê.
Tê zanîn ku 21’ê Adarê roja têkçûna zilma Dehaq e, roja geşbûna agirê Kawa yê hesinkar e, roja mizgîniya azadiyê ye. Dem ew dem e ku kurd gurzê Kawayê Hesinkar ê giran bi ruhê yekitiyê dawşînin zordestan. Efrîn dikare bi giyanê Newrozê bê parastin.