ENQERE – Leşkeran dema Girtiyê nexweş Nusret Akbulut ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê birin nexweşxaneyê, gotin "Xwezî dewletê destûr dabûya min û min karîbûya gule berdaya serê siyasiyan."
Leşkerên ku girtiyên nexweş birin nexweşxaneyê gefa kuştinê li wan xwarin. Leşkeran dema Girtiyê nexweş Nusret Akbulut ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê birin nexweşxaneyê, gefa "Xwezî dewletê destûr dabûya min û min karîbûya gule berdaya serê siyasiyan" xwarin. Akbulut nameyek şand û di nameyê de diyar kir ku di 8'e Îlona 2017'an de ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bêyi îradeya xwe sewqî Îzmirê kirine û wiha got: "Ji ber ku min li ser piyan jimartina nîzamî red kir ez sirgûn kirim. Berê li me dan. Piştre em xistin bin çavdêriyê. Em 3 rojan bi maşîna rîngê birin Îzmirê. Di rê de leşkeran gef li me xwarin. Pêdiviyên me pêk neanîn. Av jî nedan me. Em 5 heval 11 rojan rastî cezayê hucreyê hatin. Piştî Tirkiye li ser Efrînê şer da destpêkirin zextên li ser me zêde bûn. Di 12'ê Çileyê de em 5 heval çûn nexweşxaneyê leşkeran gefa kuştinê li me xwar. Ewlehiya me tune ye.
17 mehin ez girtî me. Lê hêj der barê dosyaya min de biryara veşarî heye. Ji ber dosya veşarî ye, hêj ez nizanim ji ber çi têm tawanbarkirin.