ENQERE - Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB’ê Mehmet Emîn Koramaz, diyar kirin ku divê operasyona li ser Efrînê bê rawestandin.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB’ê Mehmet Emîn Koramaz, şerê 52 rojan a li Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî nirxandin.
Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB’ê Mehmet Emîn Koramaz, diyar kir ku divê Tirkiye piştgiriyê bide aştiya li herêmê, ne şerê li herêmê û wiha axivî: “Şerê li Sûriyeyê, şerê serweiya hêzên emperyaliste. Ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê, divê rêyên çareseriyê bên esas girtin. AKP bi vî şerî dixwaze sondên ku ji bo alîgirên xwe dayîn, bi cih bîne.”
NATO, DYA Û RÛSYA BERPIRSIYARIN’
Koramaz, da zanîn ku hêzên navneteweyî berpirsên bingehîn ên şerê li Rojhilata Navîne û wiha got: “Berî her tiştî NATO bi pêşengtiya DYA hat avakirin û rêxistinek şere. NATO ji bo di du cemserên cîhanê de tevgerên sosyalîst û ramanên wê bin pê bike û desthilatdariya DYA’yê belav bike amûreke. Niha NATO pêwîstiyên armanca avakirina xwe bi cih tîne. Ji xwe yên ku hiştin Rojhilata Navîn bikev vê rewşê DYA, Rûsya û hêzên emperyalistin.”
‘NY LI HEMBERÎ KUŞTINÊN SIVÎLAN BÊ DENGE’
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî, anî ziman ku Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne gef bû, lê ligel vê yekê jî Tirkiyeyê operayon da destpê kirin û wiha axivî: “Bi taybetî êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din jî êrîşek bi hed û hisab heye. Ji ber vê divê demildest NY û hêzên koalîsyonê yên girêdayî NATO ji bo ev pêvajo bi dawî bibe û Tirkiye vegere sînorên xwe, helwest nîşan bidin. Efrîn parçeyekê Sûriyeyê ye. Ne raste ku NATO di vê pêvajoyê de bêdeng be. Em demildest dixwazin ev şer bi dawî bibe.”