Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin

img

WAN - Piştî qedexeya derketina derve û pevçûnên li bajarên wekî Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û Amedê derketin, di operasyonên li gelek bajaran de bermahiyên leşkerî bûn sedema gelek mirinan. Di 2 salan de ji ber teqemeniyên leşkerî 19 zarokan jiyana xwe ji dest da, 36 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera 2 rojan de tu teqîn pêk hatin û careke din çavê raya giştî vegeriya ser bermahiyên leşkerî yên li herêmê. Di 10'ê Adarê de li taxa Gungorê Berat Oktay ê 10 salî ji ber amûrek ku teqiya jiyana xwe ji dest da. Rojek piştî wî Îbrahîm Akdag li hewşa malê amûrek dît û ji ber teqînê bi giranî birîndar bû. Akdag hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin.
 
Her du bûyerên li Geverê qewimîn, li gelek navçe û bajarên wekî Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopiya, li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, navçeyên Licê Farqîn û Sûrê yên Amedê, navçeyên Kerboran û Nisêbînê yên Mêrdînê jî qewimîn û gelek kes mirin û birîndar bûn.
 
Li gorî daneyên ku derketine pêş, di 2 salên dawî de ji ber teqemeniyê 19 zarokan jiyana xwe ji dest da, 36 zarok jî birîndar bûn. Bi taybetî di van teqînan de herî zêde zark zerarê dibînin.
 
Hin bûyerên ku hatine tespîtkirin wiha ne:
 
* Di 31'ê Adara 2016'an de li taxa Cudiyê ya navçeya Cizîra Şirnexê, amûrek teqiya û Harûn Çagli yê 4 salî û Ayşenur Geçît jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 14'ê Nîsana 2016'an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê, Hîdayet Tek bi amûrê li hewşa malê dileyst û di destê wî de teqiya. Tek jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 7'ê Gulana 2016'an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber teqînê Muslum Îlhan ê 8 salî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 12'ê Gulana 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê A.A. li goristanê amûrek dît û di destê wî de teqiya, A. û bavê wî Tahîr A. bi giranî birîndar bûn. 
 
* Di 15'ê Gulana 2016'an de li herêma Newala Celaliyan a Silopiya Şirnexê, ji ber teqîna amûrekî Enes Erdem ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 19'ê Gulana 2016'an de li herêma Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê, zarokê 10 salî R.D. di bin derenceyên malê de amûrek dît û piştî pê leyîst di destê wî de teqiya û bi giranî birîndar bû.
 
* Di 6'ê Tîrmeha 2016'an de li gundê Dêrxusê ya Licê ya Amedê, operasyona leşkerî dest pê kir û piştî leşker ji herêmê vekişiyan, zarokên bi navê R.O. (4), A.O. (9) û Y.O. (13) li çoltarê amûrek dîtin û piştî di destê wan de teqiya zarok şewitîn.
 
* Di 9'ê Tîrmeha 2016'an de li Zozanê Kanîspiyê ya gundê Taşkesena Gîhadînê ya Agiriyê ji ber teqîna mayînê Fettah Erdem ê 15 salî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 23'yê Tebaxa 2016'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di teqîna amûrekî de Fehîme Korkmaz a 12 salî jiyana xwe ji dest da. li Taxa Zeynel Abîdînê teqîn pêk hat D.K. (13) û E.K. birîndar bûn.  
 
* Di 11'ê Cotmeha 2016'an de li Gevera Colemêrgê zarokên 10 Umut Ayvalik ê bi amûrekê leyîst û teqîn pêk hat jiyana xwe ji dest da. Zarokê 10 salî H.A. û H.A. jî birîndar bûn.
 
* Di 18'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, Kadrî Barak ê 14 salî dema l taxê xurde kom dikirin teqîn pêk hat û jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 5'ê Mijdara 2016'an de li taxa Gundogdu ya Şirnexê teqîn pêk hat û zarokê 2 salî jiyana xwe ji dest da û zarokê 4 salî jî birîndar bû. 
 
* Di 4'ê Kanûna 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê zarokên bi navê M.Î. (13) û Ş.A. (11) bi amûrekî leyîstin û ji ber teqînê birîndar bûn.
 
* Di 6'ê Kanûna 2016'an de li taxa Tekelê ya Farqîna Amedê zarokê 8 salî A.Ş. li erdê amûrek dît û ji di destê wî de teqiya û birîndar bû. 
 
* Di 30'yê Kanûna 2016'an de li taxa Bahçebaşiya Kerborana Mêrdînê arokê 12 salî Musa Acar di poşetekê de amûrek dît û piştî pê leyîst di destê wî de teqiya û jiyana xwe ji dest da.
 
2017 
 
* Di 9'ê Çileya 2017'an de li gundê Osloya Şenzînanê ji ber teqîna amûrekî Sidik Toprak ê 5 salî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 22'ê Çileya 2017'an de li taxa Dîcleyê ya Şirnexê her du birayên bi navê E.B. û V. B. piştî bi amûrekê leyîstin û di desê wan de teqiya, birîndar bûn.
 
* Di 25'e Sibata 2017'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê zarokê 12 salî Y.M. û M.M. ê 6 salî li erdê amûrek dîtin û piştî pê leyîstin di destê wan de teqiya her du jî birîndar bûn. 
 
* Di 30'ê Adara 2017'an de li taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê Havîn (3) û Fatîh Guneş (5) piştî bi amûrekî leyîstin û di destê wan de teqiya û her duyan jî jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 8'ê Nîsana 2017'an de li gundê Deşta Derî ya Şîrwana Sêrtê, birayên hev Muhammet (12) û Abdulkadîr Açikça (9) ji ber teqîna mayîna Qereqola Hurmusê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 20'ê Nîsana 2017'an de li bajaroka Dêrgula Şirnexê, zarokên bi navê E.B. (10), M.B. (11), H. A. (12) û C.K. (11) li sergoya Tabûra Cendirmeyan a Îkîzceyê amûrek dîtin û piştî pê leyîstin teqiya û birîndar bûn.
 
* Di 25'ê Nîsana 2017'an de li gundê Sagmanê ya Pêrteka Dêrsimê zarokên bi navê R.K. û T.K. di destê wan de amûrek teqiya û birîndar bûn.
 
* Di 1'ê Tîrmeha 2017'an de li taxa Gungorê ya Gevera Colemêrgê, E.Ç. ê 10 salî ji ber ku di destê wî de amûrek teqiya birîndar bû.
 
* Di 1'ê Tîrmehya 2017'an de li taxa Gundorê ya Gevera Colemêrgê di destê E.B. ê 10 salî de amûrek teqiya û birîndar bû. 
 
* Di 19'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê K.A. li qada vala amûrek dît û di destê wî de teqiya û birîndar bû.
 
* Di 30'ê Cotmeha 2017'an de li taxa Qişleya Kevin a Gevera Colemêrgê ji ber teqîna amûrekî Umut Kozay jiyana xwe ji dest da, birayê wî E.K. jî birîndar bû.
 
* Di 4'ê Mijdara 2017'an de li taxa Yenîşehîrê ya Nisêbîna Mêrdînê, ji ber teqîna amûrekî N.Y., Y.Y. û O.Y. yên temenê wan 12-13 salî bûn birîndar bûn.
 
2018 
 
* Di 19'ê Sibatê de li taxa Fatîh Paşa ya Sûra Amedê amûrek di destê 2 zarokan de teqiya û birîndar bûn.
 
* Di 10'ê Adarê de li taxa Gungorê ya Gevera Colemêrgê di destê Beraat Oktay ê 10 salî de amûrek teqiya û piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 11'ê Adarê de ş, taxa Gungorê ya Gevera Colemêrgê Îbrahîm Akdag ê li ser rêya Maxsûdavayê dema baxçeyê xwe paqij dikir, amûrek teqiya û birîndar bû.

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN