STENBOL – Ji bo Newroza Stenbolê ya ku dê li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin, xebat di asta herî jor de ye. Bi dehan komîsyonên li herêman ava kirin, xebat tên meşandin. Komîsyon bi prespektîfa "Li dijî faşîzmê yekitiya hêza demokrasiyê" xebatan dimeşîne.
Bi sed hezaran stenbolî di 21'ê Adarê de bi şiyara "Newroz berxwedan e; rê nedin faşîzmê" dê li Bazara Gel a Bakirkoyê şahiyê pêk bînin. Tê pilankirin ku di Newrozê de 500 hezar kes bên gel hev, li gelek taxan xebatên pîrozbahiyê dewam dikin. Ji bo xebatên taxan, 500 hezar belavok hatin çapkirin. Li 3 herêmên Stenbolê bi dehan komîsyon ava kirin û di pêşengiya komîsyonan de xebat dewam dikin.
Tê armanckirin ji her herêmê 150 hezar kes tev li Newrozê bibin. Ji bo wê jî bê navber xebat tê meşandin. Di dawiya her xebatê de rapor tên amadekirin. Bi vê re plansaziya roja din tê kirin. Sibê piştî civîn tên li darxistin, beyî ku dem bê windakirin her kes li qada diyarkirî xebatan dimeşîne.
ARMANC SERKEFTIN E
Komîsyonên ku bi dirûşma "Ji bo em serkeftinê bi dest bixin, divê berî her tiştî em rêbaz û tarzê xebata xwe biguherînin" dest bi xebatan kirin, pîrozbahiyên Newroza 2018'an a di 21'ê Adarê de pêk tê, berî wê her roj dê li taxan şahiyan pêk bînin û wan xebatên xwe binirxînin. Ev xebatên ku tên meşandin, dê heta 21'ê Adarê wekî hevdîtineke civakî, hevgirtin û peymaneke civakî esas bên girtin.
BERÎ 21'Ê ADARÊ 'ŞAHIYA AZADIYÊ'
Hemû navçeyên Stenbolê, dê heta Newroza Stenbolê li "Şahiyên azadiyê" li dar bixin.
Komîsyon armanc dikin xwe bigihînin hemû kesên ji faşîzmê derbe xwarine, di serî de kurd, hemû komên bindest, karkerên înşaetê, fabrîqe, kedkarên atolyeyan û bê karan. Sekreteryaya ji 3 kesan hat avakirin, dê sekreterya di tevahiya xebatên Newrozê de li HDP'a Stenbolê bimîne, dê hemû xebatên li bajêr li vir bên koordînekirin.
Komîsyon xebatan tenê bi Newrozê re sînor nakin, yek jî rojevên wanên herî girîng jî 1'ê Gulanê ye û dixwazin bi ruhê Newrozê xwe bigihînin 1'ê Gulanê.
MA / Yasîn Kobulan