AMED - Fatma Uz a 62 salî ya bi zorê ji taxa Dabanoglu hat koçberkirin, li taxa taxa Lalebey bi cih bû. Uz, diyar kir ku Sûr warê bereket û hebûnê ye û qet heviya xwe ji Sûrê nake.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya derketina kolanan bi dawî bû piştî biryara Lijneya Wezîran a Îstîmlaqê bi hezaran welatî bi zorê ji xanî û taxên wan hatin koçkirin. Yek ji welatiya ku bi darê zorê ji mala xwe hat derxistin û koçkirin Jina 62 salî Fatma Uz e. Uz, di salên 1990'an de ji ber operasyonên leşkerî ji gundê Kelkûmê yê Pîrana Amedê koç kir û hat li taxa Dabanoglu ya Sûrê bi cih bû. Piştî Fatma Uz, li vir bi cih bû ji nûve jiyanek ava kir. Piştî 25 salan li vir ma,
‘PARA ME TENÊ BÛYE KOÇBERÎ'
Uz, pişti qedexe li Sûrê hat îlankirin ji ber êrîşa tang û topan, mala xwe bar kir û li taxa Lalebey bi cih bû. Uz, diyar kir ku ev cara duyemîn e koç dike û tenê para wan koçberî maye. Uz, diyar kir ku ew naxwaze ji Sûrê qut bibe û ji ber vê yekê hat li taxa Lalebey bi cih bû û wiha got: "Ji bo ez ji Sûrê qut nebim ez li vir bi gihayê şifa debara xwe dikim. Ez gihayên ji çolê kom dikim bi erebokê li Kolana Gaziyê difiroşim. Ez naxwazim destê xwe li ber kesî dirêj bikim. Lê zabitayên şaredariyê bi sedema "Derdor qirêj dibe" destûr nadin min. Ez neçar dimînim ku bi ereboka xwe kolan bi kolan bigerim. Ez kengî bi ereboka xwe derdikevim kolanê ku pinçar bifiroşim zabita destûr nadin.
Uz, anî ziman ku Sûr perçeyekî jiyana wê ye û car caran dixwaze dîsa bice cih û warê xwe yê taxa berê û wiha got: "Ez disa dixwazim biçim taxa berê. Lê ji ber qedexe didome nikarim biçim. Ez niha halê wê yê dawî nizanim çawa ye. Her dem rojên berê tê bîra min. Tevi her tiştî ez ji xêr û bereketa Sûrê bawer dikim û çavkaniya jiyanê ye."