Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye

img
 
 
NAVENDA NUÇEYAN - Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê, encamnameya civîna bi beşdariya 110 sazî, rêxistin, ronakbîr, rojnameger û sînemeger jî di navde ji 600 kesan pêk dihat, bi raya giştî re parve kir. Li ser navê Platformê Endomê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar, diyar kir ku Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê li Hollandayê bi dirûşma "Helwesta Neteweyî ji bo berxwedana Efrînê" civîna Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê ku ji 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî yên sivîl  pêk dihat hat lidarxistin. Ji bilî saziyên Kurdan, nûnerên saziyên Asûrî-Suryanî, Ermenî, her wiha gelek rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û nûnerên saziyên Ereb tevlî bûn. Di civîna platformê de biryara xwedîlêderketina Efrînê hate dayîn. Piştî civînê Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku Efrîn 52 roj in li ber xwe dide. Plaformê bal kişand ser êrîşa TSK'ê ya duyemîn artîşa mezin a NATO û destnîşan kir ku li Efrînê qetlîaman pêk tîne. Li ser navê Platformê Endomê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar, bi kurmancî encamname xwend. 
 
 
Encamnameya Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê wiha ye: 
 
Helwesta Neteweyî û Niştimanî Ji Bo Berxwedana Efrînê
Em nûnerên dehan partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî, sedan kesayetên serbixwe (Nivîskar, Hunermend, Ronakbîr, Akademîsyen, Rojnamevan) yên Kurdistanî ku em xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo xwedî derketina berxwedana Efrînê, em li Hollanda kombûn û vê banga jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dikin.
 
Dewleta Tirk berî 51 roja êrişî Efrînê kir. Armanca wan ji alîyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd li ser axa xwe azad nebin. Dîl bin û welatê wan jî dagîrkirî be. Dewleta Tirk dijî hebûna Kurdan e. Dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk, di êrişa Eraq ê ya li ser Kerkûk, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din yên dabirayî da piştevanîya hukumeta Bexdayê kir. Di êriş û dagîrkerîya DAIŞê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî Kobanîyê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkarîya DAIŞ'ê dikir. Dewleta Tirk, dijî Kantonên Rojavaya Kurdistanê û Federasyona Sûrîyeya Bakur, ji sêrî were di pozisyona êrişkar da ye. Herweha li başûra Kurdistanê jî dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û dijê deskeftîyên gelê me kar tîne.
 
BI PIRANÎ ZAROK BI SEDAN KAL, PÎR Û ZAROK KUŞTIN
 
Herî dawîyê jî êrişî Efrînê kir û niha gelek gundên sertixûb dagîr kirine û bêyî rawestan Efrînê bombarduman dikin. Heta niha piranîya wan jin-rarok-kal-pîr bi sedan kes kuştine, sedan kes jî birîndar kirine. Lê belê, xelkê Efrînê, di sêrî da YPG, YPJ, hêzên QSDê û hemû hêzên din yên parastinê berxwedaneke xurt nîşan didin. Herweha xelkê sivîl jî mil bi milê hêzên leşkerî welatê xwe diparêzin. Xelkê Kurdistanê, Kurdên dîasporayê pêkve li ser pêya ne û piştevanîya berxwedan û parastina Efrînê dikin. Herwisa dostên gelê Kurdistanê jî destekeke baş didine parastina Efrînê.
 
DIVE PARASTIN HÊJ MEZINTIR BIBE
 
Lê eve hemû têrê nakin. Divêt di bizava parastina Efrînê da piştevanîyeke hêj mezintir û xurttir bête organîze kirin. Ji bo vê jî di sêrî da divêt dînamîkên navxweyî aktîv bin û di dereceya herî bilind da zirhekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora Efrînê vehûnin. Efrîn li dawîya tixûbê rojavaya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji Dêrikê heta Efrînê rojavaya Kurdistanê kirîye hedefa dagîrîya xwe. Ji ber hindê wijdana neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê divêt di Efrînê da xwe nîşan bide. Dilê hemû Kurd û Kurdistanîyan divêt di Efrînê da lêbide. Di parastina Efrînê da bedelên giran têne dan. Lê heke tifaqa mezin pêkbêt Efrîn dê zûtir serbikeve. Konjonktur di lehê Kurdistanê da ye. Neteweyê Kurd dikare vê rewşa Efrînê vegerîne dereceya serkevtinê. Serkevtina Efrînê dê derîyên nû li ber azadîya Kurdistanê veke.
 
LI SER ESASÊ NIŞTIMANÎ YEKÎTIYÊ MEZINTIRÎN BIKIN
 
Ji bo vê armancê divêt hemû hêzên polîtîk, hemû organîzasyonên sivîl û demokratîk, hemû Kurdistanî li ser esasê berjewendîyên neteweyî û niştimanî yêkîtîyeke hind mezin ava bikin ku eve bibe zemînê herî xurt beramberî dagîrkerîya dijminan. Efrîn di vê roja tengavîyê da tiştekê ji neteweyê xwe dixwaze ew jî yêkbûn e, tifaqa herî mezin ya navxweyî ye. Kurd û Kurdistanî divêt vê xwezî û daxwaza Efrînê bînin cih û bi tifaqî biçine hawara Efrînê. Efrîn hêvîya vê tevgerê ye.
 
BANGA LEZGÎN 
 
Şêwira Neteweyî ya Efrînê bi giringî û lezîn vê bangê dide xelkên Kurdistanê û dinyaya humanîter û demokratîk:
 
1. Bêtifaqîya navxweyî ya Kurdistanîyan çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Eve herî dawîyê di rewşa Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkevtina navxweyî vedike ku eve di parastin û serkevtina Kobanîyê da hate dîtin. Lewma tifaqa navxweyî şertê man û nemanê ye û divêt di bextê Efrînê da pêkbêt. Ji bo vê armanca mezin Platforma Xwediderketina Efrînê îro bi tevlîbûna dînamîkên nû yên Kurdistanî firehtir bûye û hêzên Kurdistanî ji hemî deman zêdetir nîzingê hev bûne.
2. Di vê bizava parastina Efrînê da li Kurdistanê, li meydanên dîasporayê piştevanîyeke xurt ya bi koordîne divêt bête kirin û bi germahîya giyanê parastina Kobanîyê, dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrînê dengê xwe tevî dengê Efrînê bikin. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat divêt xebateke xurt ya dîplomasîyê ya hevgirtî ya neteweyî û niştimanî bête kirin.
3. Ji bo rawestandina êrişa dewleta Tirk ya li ser Efrînê û bi cih anîna biryara Konseya Ewlekarîyê ya UNê ya li ser agirbesta Sûrîyeyê, divêt giranahîyeke xurt bête nîşandan.
4. UN divêt li biryara xwe xwudan derkeve û bi giringî û ciddî li ser pirsa agirbesta Sûrîyeyê raweste ku di pratîkê da bête bi cih anîn û encamgir be.
5. Amerîka [USA], NATO, Yêkîtîya Erûpayê û Koalîsyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê, divêt bi aktîvî li ser pirsa Efrînê rawestin û giranahîya xwe ya li ser dewleta Tirk nîşan bidin ku zûtirîn dem ji Efrînê derkeve.
6. Rûsya divêt siyaseta xwe ya derbarê Efrînê da biguhere, qada hewayî ya Sûrîyeyê li ber firokeyên şerî yên dewleta Tirk bigire û êrişkarîya wan li ser Efrînê rawestîne.
7. Dewleta Sûrîyeyê dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrînê divêt nerazîbûna xwe bi dengekî bilind nîşan bide û digel rêvebirîya Kantona Efrînê peymanê çêbike û di parastina Efrînê da mil bi milê xelkê Efrînê û hêzên asayişa navçeyê cih bigire.
8. Yêkîtîya Dewletên Erebî divêt êrîş û dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser Efrîn û Sûrîyeyê şermizar bike û ji bo derketina wan ji nav tixûbên dewleta Sûrîyeyê tedbîrên pratîk bistîne.
9. Dewleta Tirk bi pratîka xwe ya şerxwaz û êrişkar, şerê dijê DAIŞê lewaz dike, aştî û istikrara rojhilatanavîn û ewlekarîya dinyayê diavêje nav êgir. Lewma dinya divêt dijî vê şerxwazîya dewleta Tirk pozisyoneke xurt bistîne û bi tifaqî rê li ber vê dewleta hov bigire.
10. UN di qetlîama Cizîr û bajarên din yên bakura Kurdistanê da bêdeng ma lewma îro dewleta Tirk gelek rehet êrişî Efrînê dike. Ew hêzên taybetî yên leşkerî yên ku Cizîr kavil û wêran kirî îro ji bo Efrînê hatine rêkirin ku eynî tiştî bikin. Lewma UN divêt bi aktîvî li ser pirsa Efrînê raweste û beramberî êriş û dagîrkerîya dewleta Tirk gelek lezîn biryarên encamgir bistîne ku Efrîn nebe Cizîreke nû.
11. Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, helwesta xwe ya neteweyî û niştimanî ji bo xwedîderketina Efrînê careke din dubare dikin û dibêjin “Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî imkanên xwe xwedî li berxwedana Efrînê derkevin”. Herweha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayet yên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin.
12. Em bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dikin û dibêjin “heta niha we helwestek baş nîşan da, hêvîya me ewe hûn vê helwesta xwe berdewam bikin û bi xurttir nîşan bidin. Pêwîstîya gelê Efrînê bi pişgirtina we heye”.

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN