KOBANÊ – Bi deh hezaran welatiyên Kantona Kobanê bi meşek heybet piştgirî da gelê Efrînê û êrîşa Tirkiye ya li ser gelê Efrînê şermezar kir.
Bi deh hezaran şêniyên kantona Kobanê, şandeya ji Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina şerê Tirkiye li ser Efrînê dimeşîne û piştgiriyê bide gelê Efrînê meşek bi heybet pêk anî. Bi deh hezaran welatî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn. Şêniyan alên YPG, YPJ û QSD‘ê hildan û pankartinê şermezarkirina kuştina sivîlan, bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşan û silavkirina berxwedana Efrînê vekirin. Meş ji qada Jina Azad ber bi qada Şehîd Egît ve dest pê kir, di wê navberê de dirûşmeyên silvakirina Berxwedana Serdemê hatin berizkirin.
Meş li qada Şehîd Egît veguherî mîtîngê, li vir piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziyê Ebdî axivî. Fewziyê got, “Ji xaka berxwedana sedsalê ya Kobanê em Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê silav dikin. Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser Efrînê, mirov û kevir nas nake, rojane komkujiyan pêk tînin û bi balafirên xwe sivîlan dikuje.” Fewziya Ebdî anî ziman ku bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrîşan rê li ber êrîşên dijwartir vedike.
Endamê Partiya Komunist a Kurdistanê û Şukurellah Mihemed Emîn jî bi navê şandeya Başûrê Kurdistanê axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir.