ATÎNA - Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atinayê bi sedanr welatî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşiyan. Piştî meşê pênc deqe çalakiya rûniştinê li dar xistdin.
Bi sedan welatî bi armanca êrîşên TSK û OSO yên li ser Efrînê şermezar bike li Qampa Lavrionê ya bajarê Atina meşiyan. Di meşêde çalakkeran ala Tirkiye şewutand. Piştî meşê sirûda Çerxa Şoreşê û daxuyanî hat dayîn Aktîvîsta Yunanî Yorgîya li ser navê jinên Kurd Serap Avesta û Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol axivî. Bîngol balkişand ser bombebarana Tirkiye ya li dijî Efrînê û wiha got: "Em Şervanên ku di sengerê pêşde cîh digrin û li berxwe didin silav dikin. Welatên desilatdar jî ji ber bêdengiyê hevparên dewleta Tirkin ji komkujiyan re bêdeng dimînin. Vê baş bizanin xilasiya mirovahiyê di paradîgma Ocalan de ye. Di pergala kantonan de ye di têkoşîna gelê Kurd de ye Efrîn kela berxwedanê ye kela mirovahiyê ye. Dost û dûjmin baş bizanibin dê Efrîn biserdikeve." Pistî axaftina Bîngol Aktîvîsta Yunanî Yorgîya balkişand ser bêdengiya dewletên desilatdar û wiha pêşde çû:" Pêwiste em wek gelê yewnanî piştgiriyê bidin dostên xwe yên Kurd û em li gel Kurdan bin." Girse piştî axaftina Yorgîya pênc deqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Şêniyên Qampa Lavrionê bi beşdarbûna sedan kesan bi alên PKK, KCK,YPG,YPJ, PYD ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "terorîst Erdogan", "Dewleta dagirker ji Kurdistanê vekşi", "Şer şoreş azadî", "Yek du sê gelê Efrînê na tirsa" û "YPG YPJ dimeşe erd û esman diheje." berz kirin.