AMED - Dadgeha Înfazê bi îdiaya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel “Qanûna meş û xwepêşandanan binpê kiriye', 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê tê girtin, bi îdiaya “Qanûna meş û xwepêşandanan binpê kiriye' 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê 2 sal û 3 meh cezayê lê birîbû. Dadgeha Îstînafê cezayê Tuncel erê kir.
Parêzerên Tuncel ji biryara Dadgeha Îstînafê re itiraz kirin.
Tuncel di 20'ê Adara 2012'an de li Kocaeliyê tev li Newrozê bûbû û bi îdiaya “Qanûna meş û xwepêşandanan binpê kiriye' doz lê hatibû vekirin. Dadgehê di 4'ê Çileya 2018'an de biryar dabû.