ENQERE - Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku divê êrîşên li dijî Efrînê tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin û deng bê derxistin, berovajiyê wê dê şer li her kesî bixe.
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê û Endama Meclisa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bertek nîşanê êrîşa TSK'ê ya li dijî navenda Efrînê da û ev tişt got: "Polîtîkaya AKP'ê ya li dijî kurdan û neyartiya wê şer gihand Efrînê. Efrîn bajarê herî bi ewle bû û îro ji ber şerê Tirkiyeyê gel di bin xetereyê de ye."
'HEVKARIYA ŞER EFRÎN KIR ARMANC'
Taşdemîr diyar kir ku "Hevkariya şer" a di navbera AKP-MHP'ê de Efrîn kiriye armanca êrîşa û wiha got: "Îro li Tirkiyeyê nijadperestî û faşîzim heye. Mirovên li vî welatî dijîn, bi destê AKP'ê dikin hevkarê vî şerî. Ji çapemeniyê bigire heta partiyên siyasî wekî ku şerê rizgariyê dane destpêkirin û Efrîn kirine armanc."
Taşdemîr got ku warê aştiyê di bin êrîşên dijwar de ye û bang li tevahiya gel kir ku xwedî li Efrînê derkevin û wiha pê de çû: "Hûn pergaleke ku jinan wekî kole li bazaran difroşe dixwazin, an pergaleke ku azadî, wekhevî û serdestiya jinê dixwazin. Hûn Tirkiyeyekî an Kurdistanekî dixwazin? Divê her kes li dijî êrîşan raweste û xwedî li Efrînê derkeve."
Taşdemîr helwesta Rûsya, Neteweyên Yekbûyî (NY) û NATO'yê jî nirxand û aşkera kir ku hêzên emperyalîst her dem ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û Enfal, Helebçe îro li dijî kurdan di dewrê de ne. Taşdemîr da zanîn ku dê ev şer li her kesî bide û kirinên Tirkiyeyê wekî faşîzim pênase kir. Taşdemîr got ku divê her kes li dijî şer raweste û bang li AKP'ê jî kir ku dest ji vê hovîtiya xwe berde.