'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'

img

ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku li dijî êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê, dibe ku reaksiyona civakî ya wekî Kobanê di polîtîkayên hêzên navneteweyî de guhertinan çêke. 

Pisporê Rojhilata Navîn û Zanyarê Siyasetê Mustafa Pekoz ê xebatên xwe li Parîsê dewam dike, bal kişand ser êrîşên xwe gihandin navenda Efrînê û ev tişt got: "Dema me li hevkêşeyên navneteweyî û têkiliyên wan mêze dikirin, min ihtimala êrîşeke wekî ya Kobanê nedidît. Lê îro em hatinê wiha dibînin."
 
‘RÛSYA DIXWAZE KURD VEKIŞIN'
 
Pekoz pêvajoya nû di warê Rûsyayê de wiha şîrove kir: "Ya rast Rûsya, bi ser Efrînê re dixwaze hemû destkeftiyên kurdan teslîm bigire. Pêvajoyeke wiha daye destpêkirin. Ya rast ji Efrînê zêdetir, bi taybetî dixwaze ji çavkaniyên petrolê yên stratejîk ên li herêma Dêra Zor û Reqayê kurdan vekişîne. Ji hêlekê ve bazariyê dike û dibêje 'An hûnê ji vir vekişin, an jî em ê pêşî li êrîşên Tirkiyeyê negirin.' 
 
Dîsa meseleyeke din jî ew e, Rûsya dikare vê polîtîkayê dewam bike? Ez wer difikirim dê ev polîtîkaya Rûsyayê di demên pêş de bibe pirsgirêk. Ji ber ku sibê têkiliyên Tirkiye-DYA'yê rast bibin, ji wan re bêjin ku 'Ji Efrîn û El Babê dernekevin, em piştgiriyê didin we', dê plana Rûsyayê pir mezin winda bike.
 
Dîsa di 18'ê Adarê de li Rûsyayê hilbijartin hene. Piştî hilbijartinan li bendê ye ku Rûsya pozîsyona aktîf bigire. Ji ber hilbijartinan hikumeta Rûsyayê di polîtîkaya navxweyî re eleqedar e."
 
‘DU SEDEMÊN KU DYA GAVÊN ŞÊNBER NAVÊJE HENE’ 
 
Pekoz geşedanên der barê DYA'yê de jî nirxand û ev tişt anî ziman: "Niha li Washîngtonê heyetên qelebalix hene û hevdîtinan dikin. Tê dîtin ku rojeva destpêkê ya heyetên DYA'yê Efrîn e, Tirkiye dixwaze Minbic be. Di rojên destpêkê de, heke DYA'a di warê Efrînê de gavên şênber nevêje, du wateyên wê hene. A yekemîn; di warê Minbic û rojhilatê Firatê de li hev kirine, dê Tirkiye nekeve wir û di vî warî de garantî daye, di warê Efrînê de jî dibe ku pêşniyara 'Bi Rûsyayê re bigihînin biryarekê' kiribe. Ihtimala duyemîn jî; dê şer careke din li herêmê belav bibe, dê li ser Minbicê pirsgirêkên cidî derkevin."
 
‘REAKSIYONA BÊ NÎŞANDAN DÊ BANDORÊ LI POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ BIKE’
 
Pekoz destnîşan kir di hefteya pêş de pêşketinên nû û di navbera DYA-Rûsyayê de pirsgirêkên nû dê xwe bidin der û wiha got: "Êrîşên hewayî li dijî bajêr dest pê kirin. Em bînin bîra xwe ku li Kobanê çi qewimî. Di qada navneteweyî de reaksiyona gelak bi pêş ket. Vê rewşê li Ewropayê dest pê kir. Muxalefet û partiyên li parlamentoyê bertekên xwe dan nîşan. Heman bertek li DYA'yê jî derketin holê. Reaksiyonên wiha dê bandorê li polîtîkayên desthilatdariyê bike, dem bi dem dê rê bide ber. Bi taybetî jî di pozîsyona Sûriyeyê de. Di çapemeniya DYA û Îngîltereyê de hefteya çûyî nivîsên 'Efrîn dibe Kobanê?' derketin pêş. Ev nirxandinên ku nivîskarên girîng dikin, dê di polîtîkaya hikumetê de guhertinan çê bike. Hefteya pêş dibe ku li Efrînê pêşketinên girîng biqewimin. Dibe ku di navbera DYA-Rûsya, DYA-Tirkiye, Rûsya-YPG'ê de hevdîtinên ku em ne li bendê bin pêk bên.
 
Niha li navenda bajêr êrîşên hewayî pêk hatine, bêguman ev xetereyên mezin bi xwe re tîne. Li wir gehê xwe cihî heye. Bi sed hezaran mirov lê dijîn. Erebên ji Helebê revîne li wirin. Herêmê naterikînin. Yên dest ji gundan berdan jî hatin navenda Efrînê. Di pêvajoya Kobanê de jî bajar hatibû valakirin, lê hêj mirov li wir hebûn. Hefteya pêşiya me gelekî krîtîk e."
 
‘YPG’Î Û GEL DÊ BAJÊR NETERKÎNE’
 
Pekoz, aşkera kir ku şervanên li bajêr bimînin û helwesta gel dê bazariya şer diyar bike û wiha pê de çû: "Tişta ku tê dîtin, hêzên navneteweyî li gorî xwe rê dide nîşan. Çiqas mirov hatin kuştin ne girîng e, berjewendiyên wan li pêş in. Dê pêvajo wiha bê diyarkirin. Di pişt perdeya Efrînê de bazarên mezin hene. Bazarên ku tên kirin dê rêya Efrînê jî diyar bike. Qasî 10 hezar şervanên YPG'ê û gel, dê herêmê neterkîne, ji ber wê dê xetereya şer gelek zêde be."
 
‘HEKE DESTÛRA NATO'YÊ HEBE, POLÎTÎKAYA ROJAVA BI TEVAHÎ GUHERÎ YE’
 
Pekoz li ser pozîsyona NATO û NY'yê û bêdengiya wan a li dijî êrîşên li ser Efrînê de jî ev axaftin kir: "Ez nikarim bêjim ku bombebarana li dijî Efrînê biryareke NATO'yê ye, lê bêdengiya NATO'yê pirsgirêkek cidî ye. Dê Konseya Ewlehiya NY'yê li hev bicive. Dibe ji niha pêve rojeva sereke ya Konseyê Efrîn be. Rayedarên NATO û NY'yê der barê şerê li Efrînê de daxuyaniyan didin û dixwazin şer bi sînor be. Heke hefteya pêş NY der barê Efrînê de biryareke nû bide dê Tirkiye gelekî bikeve zehmetiyê.
 
Lê heke raste rast bi destûra NATO'yê li dijî Efrînê êrîşek pêk hatibe, wê demê polîtîkaya DYA û NATO'yê di der barê Rojava de bi tevahî guheriye. Daxuyaniyên ku tên dayîn berovajiyê vê dibêjin lê ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, hin êrîşên li dijî xwe bi sînor dike."
 
Pekoz bal kişand ser axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên wekî "Ey NATO tu li ku yî? Ka de were Sûriyeyê. Tu çima nayê" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev gotin banga wisa raste rast nehat kirin. Heke em daxuyaniyê çep bixwînin, dibe ku di plana piştperdeyî de dixwazin hêza leşkerî ya NATO'yê li ser sînorê Sûriyeyê bi cih bikin. Dibe ku hewldaneke bi vî rengî ya ewlehiyê hebe. Dibe ku di navbera DYA-Rûsyayê de hevdîtineke wiha hebe."
 
MA / Denîz Nazlim
 

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN