NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Cizîrê bi hezaran kes ber bi Efrînê ve bi rê ketin. Li Kobanê û bajarên Ranya û Helebçeyê yên Başûrê Kurdistanê gel daket qadan.
TSK û OSO bi tang, top, balafirên şer 51 êrîşî ax û gelê Efrînê dike. Bi banga serhildanê ya TEV-DEM'ê re bi hezaran welatiyên Kobanê û heyeta Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Çalakgerên li Efrînê jî alên YPG/YPJ, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û guliyê zeytûnê hildan. Girseya gel berxwedana QSD'ê silav kir û êrîşên TSK û OSO şermezar kir. Li herêma Cizîrê jî bi hezaran kes li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê daketin qadan. Konvoyên ji Qamişlo û Hesekê bi rê ketin, ji bo xwe bigihînin Efrînê li navçeya Til Temirê gihîştin hev. Welatiya bi navê Fatîme Qasim a ji Hesekê diyar kir ku ji bo piştevaniya gelê Efrînê ew diçin Efrînê û got, "Efrîn wê teqez bi ser bikeve."
GELÊ HELEPÇE JÎ DAKETIN QADAN
Şêniyên Helebçeyê jî bi pêşengiya Tevgera Azadî, ji bo destekê bidin Efrînê û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar bikin daketin qadan.
Di çalakiyê de bang li hemû partî û gelên Kurdistanê hate kirin ku destekê bidin Efrînê. Çalakgeran gotin "Eger Efrîn bikeve wê temamiya Kurdistanê bikeve." Li navçeya Ranya ya Silêmanî jî, çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin û ji şêniyên bajêr hate xwestin ku tevlî çalakiyên ji bo Efrînê bibin. Şêniyên Ranyayê Neteweyên Yekbûyî jî şermezar kirin ji ber ku li pêşberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng e.