EFRÎN – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi amadebûna bi sedan şêniyên kantonê daxuyaniyek derbarê êrîşên Tirkiyê û komên OSO yên li ser Efrînê da. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa bang li Neteweyên Yekbûyî kir xwest kijan êdî helwesta xwe zelal bikin.
Gelê Efrînê li dijî êrîşên TSK û OSO ku 51 rojn li ser axa Efrinê didome li çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê kom bûn û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin. Beriya daxuyaniyê girse li qadê kom bûn û govend gerandin. Piştre drûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kirin. Dema daxuyanî hat dayîn SÎHA li ser qadê geriyan. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, li ser navê gel daxuyani da. Şêx Îsa da zanîn ku ji bo rê li pêşiya komkujiyên derheqê gelê Efrînê yê berxwedêr were girtin, pêwîste Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî destwerdanê bike û sînorekê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker re deyne. Di dema ku gel kom bibûn û daxuyanî dihate xwendin de, balafirên keşfê yê Bîraqdar li ser bajar digeriyan.
Îsa, diyar kir ku gelê Efrînê 51 rojin li dijî hemû êrîşên tang, top û bombeyan li ber xwe dide. Îsa, da zanîn ku di van rojan de 250 wehatî hatin qetilkirin û 700 welatiyên sivîl jî birîndar bûn û wiha got: "Hêzên dagirker ji bo gel tî û birçîe bihêlin êrîş dikin. Armanca dagirkeran talankirin, wêrankirin û komkujî ye. Dixwazin nexşeya demografik biguherînin. Dixwazin çeteyên terorîst li ser vê axê bi cih bikin. Êrîşa li ser Efrînê ne tenê biryara Tirkiye ye. Biryara hêzên navneteweyî ye. Ger ku Efrîn bikeve dê Sûriye bikeve. Ger ku Sûriye jî biçe dê hemû gelên Rojhilata Navîn biçin. Biratiya gelan li Efrînê derket hole. Divê hemû gel li Efrînê xwedî derkevin û diveê Neteweyên Yekbûyî jî êdî helwesta xwe zelal bikin":