Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê

img

STENBOL - Ji salên 1990'an heta niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal Agirê Newrozê bêtir geş dibe. Lê medya hawiz pîrozbahiya Newrozê ji nedîtinê ve tê. Lê çapemeniya azad bêtir reng, rû û daxwazên gel nîşan dide. Derdixe pêş. Dema mirov li manşetên rojnameyên medya hawiz yên 26 salên dawî binere nêzîkatiya medya hawiz ya li dijî daxwazên gelan aşker dibe. 

Gelê kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newroze piroz dike. Gelê  kurd ku bi bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelê Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’an heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz de hatin xuyakirin. 
 
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê 90’î kirin. 
 
CUDAHIYA MEDYA HAWIZ Û ÇAPEMENIYA AZAD BI MANŞETAN XWE NÎŞAN DA
 
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
 
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin. 
 
MÎLLÎYET: NE CEJN E ÎSYAN E 
 
Di Newroza 1992'an de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e" derket. 
 
ÇAPEMEMINA AZAD HAT GIRTIN
 
Di Newroza 1993'an de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hat girtin. Di 22'ê Adara 1993'an de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta "Em hatin kîjan rojê" derket. 
 
MÎLLÎYET: SÎQALKÊN NEVRUZÊ 
 
Di Newroza 1994'an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin" gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket" derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê" nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef. 
 
NEWROZÊN DI ROJNAMEYAN DE NEHATI NDÎTIN
 
Di pîrozbahiyên Newroza 1995'an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Rojnameyan weki kevneşopiya çanda Tirk dît û wekî "Nevruz" ên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve pêk hat dît. Rojnameya Ozgur Ulke  di 2'ê Sibata 1995'an de hat girtin û di dawiya meha adarê de dîsa dest bi weşanê kir.  
 
MÎLLÎYET WEKÎ NEWROZA DEMİREL NÎŞAN DA
 
Di Newroza 1996'an de Rojnameya Demokrasî di 22'ê Adara 1996'an de bi manşeta “Duh Newroz bû" derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê" nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer" derket. 
 
‘NEWROZ LI HER DERÊ YE' 
 
Di Newroza 1997'an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta "Coşa Newrozê li her derê ye" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer" çap kir. 
 
NEWROZ 3 ROJAN BÛ MANŞET 
 
Di Newroza sala 1998'an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir" derket. Di 24'ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî qet nûçeyên Newrozê nedît. 
 
KOMPLO MOHRA XWE LI  NEWROZÊ XIST
 
Di Newroza 1999'an de ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin." derket. 
 
‘TEKER DI BINÇAVAN DE NE' 
 
Di Newroza 2000'an de Rojnameya Ozgur Bakiş  bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan dene" da. 
 
‘ERD Û EZMAN BI HEYBET'
 
Di Newroza 2001'an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta "Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd û ezman heybet" derket. Rojnameya Milliyet jî sernavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû" derket. 
 
‘NEWROZÊ QEDEXE NAS NEKIR'
 
Di Newroza 2002'an de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin xedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundem bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir" derket. 
Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand' derket. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQQAN AGIRÊ NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2003'an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundem jî bi manşeta "Li diî Dehaqan Agirê Newrozê" derket. 
 
Di Newroza 2004'an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Gel dimeşin Azadiyê" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin" da. 
 
EV NEWROZEK CUDA YE
 
Di Newroza 2005'an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20''ê Adarê de bi manşeta "Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike" derket. Di 21'ê Adarê de jî "Ev Newrozek cuda ye" derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de" derket. 
 
‘PEYAMA GEL A NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur gundem bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta "Peyama Gel a Newrozê" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e" derket. 
 
‘NEWROZ PİROZ BE’
 
Di Newroza 2007'an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dit û Newroza gel a Sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê" derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da. 
 
NEWROZA XWESERIYA DEMOKRATİK 
 
Di Newroza 2008'an de bi milyonan daket qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin be guhertin û Nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş  manşeta "Newroza Xweseriya Demokratik" derket. 
 
Di Newroza 2009'an de milyon daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta "Milyonan hilbijartina xwe kir" derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. 
 
Di Newroza 2010'an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir" derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê" Rojnameya Sozcu bi ser navê “Ne Nevruz Şova Apo" derket. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye" derket. 
 
NEWROZA 2012'AN JI NAVENDEKÊ MANŞET HAT AVÊTIN
 
Newroza 2012'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18'ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Ronameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû" Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameay Radikal sernavê “Înatê can stend", Rojnameya Bugun “Terora Nevruzê" Hurriyet  sernavê “Kin ateşi”, Sozcu sernavê “Xerakirin û şewitandin" avêtine. 
 
OCALAN MOHRA XWE LÊ DA
 
Di Newroza 2013'an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newros bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" hat pirozkirin. Deklerasyona Rêberê PKK'ê Ocalan' li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir." derket. 
 
Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe" derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve" derket. Rojnameya Haberturk bi ser navê “Dema aştiyê ye" rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya' derket.b 
 
LI NEWROZA AMEDÊ WEŞANA ZINDÎ KIRIN
 
Di Newroza  2014'an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê "Daweta Aştiya mezin" derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşam bi sernavê "Ji rêxistina kur re inat dema Bahara çareseriyê ye" Milliyet bi sernavê "Peyama biryarê" Sabah "Newroza ji çareseriyê re berdewam" derketin. 
 
MUTABAKATA DOLMABAHÇE XWENDIN
 
Di Newroza 2015'an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil." derket. Dîsa bi manşeta "Dema Demokrasiyê ye" derket. Rojnameya Evrenselê jiî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydi devletê ye" derket. 
Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê" da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike" da. Rojnameya Cumhuriyetê sernavê “îsyana li dijî Qesrê" derket. 
 
GEL TEVÎ ÊRÎŞÊN DIJWAR DAKET QADAN
 
Di Newroza 2016'an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye" derket. Rojnameya Cumhuriyet “Çareserî di hefteyekê de dê bê" da. Rojnameya Sabahê “Amed rû neda" da. Rojnameya Zaman jî sernavê "Li Amedê Newroz bê coş derbas bû" 
 
‘NA DERKET PÊŞ'
 
Di Newroza 2017'an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16'ê Nîsanê gel ji referandumê re got "Na" Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi sernavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê pêket" Star bi sernavê “Nevruz bê bûyer pêket" Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. 
 
MA / Yasin Kobulan
 

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN