EFRÎN - Gelê Efrînê li gel êrîşên giran ên bi tang, top û balafirên şer ên Tirkiye cih û warê xwe naterikînin. Şêniyên Efrînê wê li bajêr dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) jî diyar kirin ku li dijî dagirkirina Efrînê wê komeke mertalên zindî bişînin.
Êrîşên bejayî û hewayî yên Tirkiye ku li ser gund, navçe û Bajarê Efrînê di 20'ê Çile de dabû destpêkirin di roja 51'an de berdewam dike. Gelê Efrînê li dijî êrîşan dest bi çalakiya mertalên zindî dikin. Li navenda bajêr liv û tevgereke zêde heye. Li nava bajêr bi konvoyan xwepêşandan têne lidarxistin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, wê vê Yekşemê çalakiya mertalên zindî dest pê bike. Beriya destpêkirina çalakiyê konvoyeke dirêj a wesayitan hate amadekirin.
SYPG Û JAS JÎ MERTALÊN ZINDÎ DIŞÎNIN
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) ragihand ku li dijî dagirkirina Efrînê wê komeke mertalên zindî bişînin. SYPG û JAS bi daxuyaniyek hevpar wiha got: “Berxwedana me ya mezin a Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger di roja 51’ê de ye. Weke SYPG û JAS, li dijî van êrîşên dagirkeriyê em ê bi hêza ji herêma Cizîrê û kantonên Firatê bi rê bikevin, komeke nû ya mertalên zindî bişînin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku faşîzm wê têk biçe û hate gotin, “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê gelên me yên bindest ên li çar aliyên cîhanê, hêzên şoreşger û pêşverû bi milyonan dakevin qadan û berxwedana me ya Efrînê xurt bikin. Mêtingerî, faşîzm wê têk biçin, berxwedana me ya Efrînê wê bi ser bikeve. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin û serketinê ji hemû berxwedêrên xwe re dixwazin.”