Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!

img

EFRÎN -Bajarê Efrînê ku 850 hezar welatiyên sivîl lê dijîn, ji duh ve ji hewayê ve tê bombekirin. Li bajêr av, ceryan û ragihandin qut bûye û gel bi komkujiyan re rû bi rû ye. Gelê Efrînê bang kir ku bila kes ji komkujiyan re bêdeng nemîne.

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hêzên OSO'yê 51 rojin êrîşê Efrînê dikin, ji şevê din ve êrîşên hewayî li dijî navenda bajêr pêk tînin. Êrîşên ku nêzî 2 mehin  pêk tên, ji gund û navçeyên der û dorê bi hezaran welatî ji ber êrîşan koçî navenda Efrînê kirin û bi koça welatiyan re hejmara welatiyên sivîl li navendê derket 850 hezar kesan. Duh bi şev navenda bajêr bi balafiren şer bombe kirin. Ji ber wê sivîlên li bajêr bi komkujiyê re rû bi rû ne.

 
AVA BAJÊR QUT KIRIN 
 
Di şerê 51 rojî de, balafirên şer û êrîşên topan li navenda bajêr 17 firin rûxandin, TSK'ê û hêzên OSO'yê berî hefteyekê navçeya Meydankê bi dest xist xeta ku avê dikişîne bajêr hat qutkirin. Beşeke zêde ya gel li ser bîrên ku hatine vekirin pêwîstiyên xwe yên avê pêşwazî dikin. 
 
GEL BI KOMKUJIYAN RE RÛ BI RÛ YE
 
Di êrîşên TSK û OSO'yê de heta niha 250 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 700 kes jî di van êrîşan de birîndar bûn. Piştî êrîşan xwe gihand navenda bajêr, bi hezaran sivîl di bin gefa komkjiyan de ne.
 
RÊYÊN KETINA BAJÊR BOME DIKIN 
 
Ji ber êrîşan xetên ragihandinê yên navenda Efrînê jî zerar dîtin. 
 
Ji duh bişev ve ji bo ketina bajêr bê astengkirin, rêyên bajêr tên bombekirin. Ji ber ku bajar di bin dorpêçê de ye, ji derveyê dermanfiroşan hemû dikanên li bajêr girtî ne. 
 
EFRÎNIYAN BANG KIR: JI KOMKUJIYÊ RE BÊDENG NEMÎNIN!
 
Lê ruxmê hemû êrîşan jî gelê Efrînê ji dorpêç û êrîşan re serî natewîne û li ber xwe dide. Efrîniyan got ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin, bang li gelê kurd û hemû gelên cîhanê kirin ku li dijî komkujiyan dengê xwe derxin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.
 
‘JI BER KU BAJARÊ KURDAN E, DIXWAZIN TUNE BIKIN’
 
Mihemmed Horo Ezdîn, ji ber êr êrîşên li dijî gundê Serînceka navçeya Şerayê, koçî navenda bajêr kiriye û der barê êrîşên TSK'ê de ev tişt got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk me koçî Efrînê kir. Em dixwazin li vir bijîn, lê dewleta tirk hewl dide vir jî dagir bike. Çima? Ji ber ku ne tenê PKK'ê dixwaze hemû kurdan tune bike. Ji bo wî ferqa Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Silêmaniye û Amedê tune. Dixwaze her derê tune bike. Ji ber ku ev der bajarê kurdan e."
 
‘DÊ EV GEL HETA KU BÊ QETILKIRIN?’
 
Ebdurrahman Sîdo yê 52 salî bi malbata xwe ya ji 6 kesan re berî hefteyekê ji gundê Çolaqa Cindêrêsê koçî Efrînê kiriye.
 
Sîdo got ku ew 51 rojin di nava şerekî giran de ne û ev tişt anî ziman: "Bi çekên mezin û balafirên şer dixwazin me qetil bikin. Em ji hemû gund û navçeyan hatin û li Efrînê di berxwedanê de ne. Em di nava şerekî giran de ne. Her kes dibêje Guta, kes navêje li Efrînê çi diqewime. Kes qetilkirina sivîlan nabîne. Li Efrînê milyonek mirov dijîn, çima radizên? Mafê mirovan li ku ma? Ne dewletên Ewropayê, ne jî Neteweyên Yekbûyî, tu kes vî gelî nabîne. Dê ev gel heta ku bê qetilkirin?"
 
‘DIVÊ HER KES RABE Û PÊŞÎ LI VÊ KOMKUJIYÊ BIGIRE’
 
Elî Şêxo yê 55 salî jî ji gundê Dumiliya navçeya Recoyê ye. Berî 20 rojan bi malbata xwe re hatiye Efrînê.
 
Şêxo destnîşan kir ku ev zilma ku li gel tê kirin, dê li dîroka reş a hêzên navneteweyî bê nivîsandin û wiha pê de çû: "Ev gelê ku tu niheqî li kesî nekiriye, 51 rojin di bin êrîşan de ye û bombebaran li ser serê wan tê kirin. Dixwazin malên me talan bikin, me ji holê rakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, lê divê hemû gelê Kurdistanê û gelên cîhanê li dijî van komkujiyan bikevin tevgerê."
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN