NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê û bajarê Helepceyê, çalakiyên ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê bi beşdariya hezaran kesan destpê kirin.
Şerê Tirkiye yê hewayî û bejayî li dijî Efrînê di roja 51'an de berdewam dike. Balafirên şer ên TSK'ê bê navber Efrîn û derdorê wê bombe dikin. Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Efrînê li Ranya û Helepçeyê destpê kirin. Li bajarê Helepçeyê bi sedan welatî li pêşiya Banqeya Kevin hatin cem hev û dest bi xwepêşandanê kir. Di xwepêşandanê de pankata “Li Efrîn berxwedan e, Helepçe piştevan e” hat vekirin û dirûşmeyên xwedîderketina li Efrînê hatin berzkirin. Çalakiya ku nûnerên, rêxistin, partî û saziyên civakî jî tevlî dibin, berdewam dike. Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî bi sedan kes li Baxê Giştî kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşa ku rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên navçeyê jî tevlî dibin de, alên YPG/YPJ’ê hatin vekirin. Bi hezaran kesan dirûşmeyen "Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin.
Meşê hezaran didomin.