MÊRDÎN - Dadgehê li xwendekarê zanîngehê Yucel Delek, ji ber di beşa ol a nasnameya wî de Zerduştî nivîsandibû 6 sal û 3 meh ceza lê birî.
Xwendekarê Zanîngeha Nîgdeyê Yucel Delek û 5 hevalên xwe di sala 2006’an de, ji ber tev li çalakiya şermezarkirina 15’ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bi hinceta “Endamê rêxistinê” doz hat vekirin. Dadgehê der barê Delek û 3 hevalên wî de di sala 2007’an biryara beraatê da. Dadgehê li 2 hevalên din ên Delek bi hinceta “Endamê rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh ceza birî.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tevî belgeyên fermî yên Dekaniya Zanîngehê ku Delek di şeva çalakiyê de di dersê de, dîsa biryara beraat îtîraz kir. Dadgeha Bilind jî îtîrazê qebûl kir û her 2 kesên ceza xwarî hincet nîşan da û xwest 4 kesên din jî bên cezakirin. Delek û 3 hevalên xwe ji nûve hatin darizandin. Piştî Delek û her 3 hevalên xwe ji nûve hatin darizandin, vê carê dadgehê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne ” ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh ceza birî. Dadgeh di biryara xwe de îdîa kir ku Delek baweriya xwe guhertiye û baweriya xwe ya olî kiriye olê Zerdûştî û ev yek sedem nîşan da. Dadgehê îdîa kir ku “PKK baweriya Zerdûstiyê dipejirêne” û baweriya Delek wekî endamê rêxistinê qebûl kir.
DELEK ŞANDIN GIRTÎGEHÊ
Delek bi riya parêzerên xwe îtîraza biryarê kir. Lê Dadgeha Bilind jî cezaya hatî dayîn erê kir. Piştî ceza hat erêkirin, Delek hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
MA / Ozgur Paksoy