AMED- Cebraîl Ancarê ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku gardiyan bi darê zorê alayê bi girtiyan didin maçkirin.
Cebraîl Ancarê ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiye, di nameya ku ji xizmên xwe re şand bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Ancar destnîşan kir ku li girtîgehê muameleyên kêfî zêde bûne û ew bi êrîşên fizîkî û derûnî yên gardiyanan re rû bi rû dimînin. Ancar bi lêv kir ku nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin û bang li herkesî kir ku di vî warî de bi awayekî hesas tev bigerin.
ÊRÎŞÊN FIZÎKÎ Û DERÛNÎ
Ancar, diyar kir ku girtiyan berê giliyê êrîşên fizîkî û derûnî yên gardiyanan kirine. Ancar got danişîna dozê li hundurê girtîgehê pêk hatiye û ji derve parêzer mudaxilî dozê nehatine kirin û doz di aleyha wan de bi encam bûye. Ancar, di nameya xwe de destnîşan kir ku ew bi cezayê di hundurê hucreyê de hucreyê re rû bi rû ne û got: "Her diçe çewisandinên îdareyê zêde dibin û divê demildest ji aliyê Saziyên Lêkolînê yên Girtgehê ve bê lêkolînkirin."
'BI DARÊ ZORÊ MAÇKIRINA ALAYÊ'
Ancar binpêkirinên rû didin wiha rêz kir: "Pêkanînên nîzama leşkerî, êrîşên nîjadperestî yên wekî bi darê zorê maçkirina alayê, derbkirin, gef û êrîşên gardiyanan, bi awayekî zêde kêmkirina dema hevdîtinan, bi awayekî kêfî desteserkirina amûrên şexsî, astengkirina name û daxwaznameyan û xespkirina mafê hewadariyê... Ev tenê çend heb binpêkirinên mafan bûn. Em dixwazin ev rewş demildest bê lêkolînkirin û çareserkirin."