QAMIŞLO - Yek ji şahidên Komkujiya Qamişloyê Siûd Huseîn anî ziman ku êdî kurdan berê xwe daye berxwedanê û got: "Ji wê rojê ve êdî li Rojavayê her tişt guherî."
Di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ya Federasyona Bakurê Sûriyeya Demokratîk, komkujiyek pêk hatibû. Yek ji şahidên wê komkujiyê Siûd Huseîn diyar kir ku ji wê rojê ve êdî her tişt guherî. Huseîn ji bo komkujiyê got: "Projeya Serokê Dewleta Sûriyeyê yê berê Hafiz Esad bû. Lê belê kurê wî Beşşar Esad ê ku li şûna wî rûnişt ev yek pêk anî."
37 CIWANÊN KURD HATIN QETILKIRIN
Huseîn diyar kir ku di komkujiyê de 37 ciwanên kurd hatin kuştin û got: "Ji wê rojê ve êdî Rojava guherî." Huseîn ji bo 12 Adarê ev tişt gotin: "Rejîma Esad 37 ciwanên kurd, 37 rojavayî kuştin. Her wiha bi sedan kes jî binçav kirin. Nêzî 20 hezar mirov jî girtin. Di 12'ê Adara 2004'an de, roja Înê, wê tîmên futbolê El-Cîhad û El-Futwa bi hev re bilîstana. Berê beriya her lîstika polîsan alîgir sehî dikirin, lê belê wê rojê nekirin. A rastî ev amadekariyên van pêkanînan bûn. Nemaze jî alîgirên El-Futwayê qet nehatin sehîkirin. Wê çaxê hîn nû rejîma Seddam hatibû rûxandin. Berî lîstik dest pê bike yên ji Dêra Zorê gotin 'Bijî Seddam' û dirûşme berz kirin. Heqaret li kurdan dikirin. Bi kêr û darên bi xwe re xistibûn hundur êrîşî kurdan kirin. Dema ev tişt diqewimîn polîsan tenê temaşe dikir. Mudaxile nekirin. Di dema bûyeran de Şaredarê Qamişloyê destûr da hêzên ewlekariyê ku têkevin stadyûmê û çekê bi kar bînin. Mirov reviyan derveyî stadyûmê. Polîsan li derve bi çekê êrîşî kurdan kir. Di êrîşa rejîma Sûriyeyê de di hundurê stadyûmê de 7 kurd mirin. Kesên li nav kolanê jî digirtin. Herkes behitîbû. Rejîm sivîl dikuştin."
‘SERÎHILDAN BÛ'
Huseîn, diyar kir ku di destpêkê de 7 kes hatin kuştin. Huseîn bi lêv kir ku paşê kurd daketin kuçeyan û dû re bûyer dest pê kirin û kes dihatin binçavkirin. Huseîn got, gelek birîndar çê dibûn û birîndar li malan dihatin tedawîkirin. Huseîn got: "Ji ber wê bihatan fêmkirin ku berxwedêr in, ji ber wê li maland ihatin tedawîkirin. Wê demê 17 partiyên kurdan daxuyaniyeke hevpar da. Gotin ew ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Belkî cara ewil bû ku hemû partî dibûn yek. Ciwanên kurdan daketin kuçeyan û deverên aîdî hikûmetê dirûxandin. Ev serîhildan bû. Rojek şûn de mirov daketin kuçeyan. 50 hezar mirov daketin kuçeyan. Dema gel ji bo şehîdên xwe daket kuçeyan, êrîş li gel hat kirin. Hema bêje li her taxê li hin kesan dihat dayîn an jî dihatin binçavkirin."
‘HEMÛ BAJAR DAKETIN KUÇEYAN'
Huseîn, diyar kir ku li Dêrik, Girkê Lêgê, Tirbêsipiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiye, Serêkaniyê, Kobanî, Efrîn, Hesekê, Heleb û Şamê kurd li ber xwe dan û got: "Micadele û serhildan hebû. Dema ev tişt li bajarên kurdan diqewimîn hikûmetê jî daxuyanî didan. Gef li gel dixwar û digot ew ê bi xwînê gel bitepisîne. Çalakî li zanîngehan jî berbelav bûn. Ji ber tev li çalakiyan bûn xwendekar ji dibistanan hatin avêtin. Ji bilî extiyaran destûra kesî nedihat dayîn ku derkevin derve. Dema ciwan derdiketin bera wan didan. Fermandaran sirf ji ber ku kurd bûn 3 leşker îşkence kirin û kuştin."
Huseîn got: "Lê belê tevî ewqas îşkenceyê jî, li Rojavayê berxwedanek hebû. Me serî netewand. Her roj her der qada berxwdanê bû. Kurdan dîwarê tirsê ji zû de hilweşand. Dizanibûn sirf ji ber ku kurdên tên qetilkirin. Wê kurd êdî nemirana. A rastîn projeya tunekirina kurdan projeya bavê Esad bû. Xwestin dest deynin ser mal û milkên kurdan. Lê belê rojavayî ji vê komkujiyê netirsiyan û berxwedana wan domand. Ew berxwedan ji wê rojê ve didome. Niha hûn dibînin ku Sûriye li ber xwe dide. Yên li Rojava li ber xwe didin."
Huseîn diyar kir ku dîmenên ku wan kişandibû şandibûn televîzyonên kurdan û got: "Wê demê ne telefon ne jî amûreke qeydkirin pir hebûn. Kamerayek min hebû. Min bûyer qeyd kirin. Min dîmen ji Roj TV, Kurdistan TV û Kurdsatê re şandin. 14 sal derbas bûn, lê hîn jî kurd li ber xwe didin. Lê belê daxwazek min heye divê hesabê wan qewimînan ji Esad bê pirsîn. Navê stada ku bûyer lê qewimîn, piştî Şoreşa Rojavayê ki8rin Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê."
MA / Arjîn Dîlek Oncel