MÊRSÎN - Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, diyar kirin ku piştî Rewşa Awarte hema bêje dibistan veguherîne qereqolan û ji ber vê rewşê bêzar in. Xwendekaran diyar kir ku ew nikarin mafên xwe yên herî demokratk jî bi kar bînin û bi awayekî neheqî der barê wan de lêpirsîn tên vekirin û ceza li wan tên birîn.
Piştî Rewşa Awarte ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, ligel zêdebûna çewisandin û binpêkirinên mafan, li zanîngeha û dibistanan jî zêde tesîra xwe dide der. Li Zanîngeha Mêrsînê, der barê gelek xwendekarên muxalif de bi awayekî neheq lêpirsîn tên vekirin û ji ber van lêpirsînan ji dibistanê tên dûrxistin. Xwendekaran bi lêv kir ku nemaze jî piştî Prof. Dr. Ahmet Çamsari bû rektorê zanîngehê, çewisandinên li ser xwendekarên muxalif zêde bûne û li zanîngehan jî tê xwestin ku "rejîma yekzilamî" bê avakirin.
‘ZANÎNGEH HATINE DORPÊÇKIRIN'
Xwendekar Suleyman Ozbîçer, anî ziman ku berê wan dikaribû çalakiyan li dar bixe, lê belê piştî Rewşa Awarte mafên wan ên demokratîk jî tên astengkirin. Ozbîçer, diyar kir ku dibistan ji aliyê polîs û ewlekarên taybet ve hatiye dorpêçkirin û ji ber vê hema bêje veguheriye qereqolê. Ozbîçer bi lêv kir ku mudaxileyî jiyana wan tê kirin û got: "Piştî rektorê hat tayînkirin hat ser kar êrîşên li ser ciwanên sosyalîst zêdetir bûn. Derdora netewperest û ne muaxilf bi awayekî rihet tev digere, lê belê yên muxalif ji zanîngehan tên avêtin. Îktîdar jî bi vê yekê dizane û bi Rewşa Awarte hîn bêtir zanîngehan dorpêç dike." Ozbîçer diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin.
‘EM TÊN ŞOPANDIN'
Xwendekar Habîbe Ayhan jî, diyar kir ku AKP Rewşa Awarte wekî riya "rizgariyê" dibîne û hewl dide welat bi tena serê xwe bi rê ve bibe. Ayhan destnîşan kir ku li zanîngehê xwendekarên muxalif tên çewisandin û ji aliyê polîsan ve tim tên şopandin. Xwendekar Elîf Çoban jî, diyar kir ku ji ber zanîngeha ji akademîsyen û xwendekarên ku demokrasiyê diparêzin ditirse ew hedef tên girtin. Çoban bi lêv kir ku ji ber wê der barê komkujiya Enqereyê de fikrên xwe anîne ziman cezayê dûrxistinê lê hatiye birîn. Her wiha Çoband got, ji ber wan ev ceza protesto kiriye der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.
'EM Ê BITÊKOŞIN'
Xwendekar Alî Denîz Karahan jî, destnîşan kir ku piştî Prof. Dr. Çamsari wekî rektor hatiye tayînkirin lêpirsînên der barê wan de zêdetir bûne. Karahan diyar kir ku ew ê li hemberî feraseta paşverû û dîktatoriya li zanîngehan, ji bo avakirina pergala perwerdehiyeke zanistiyî, laîk, demokratîk û bêheq bitêkoşin.