'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'

  • jin
  • 17:32 10 Adar 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, beşdarî panela 8'ê Adarê ya li Cizîrê pêk hat bû û wiha got: "Bi riya darazê îstîsmara zayendî û tundî rewa dikin." Hevseroka Giştî SES'ê Gonul Erden jî diyar kir ku ew dê bi rûhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin u wiha got: "Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye." 

Navenda Giştî ya Egitim Senê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê panela 8'ê Adarê pêk anî. Panel li Nûnertiya Egîtîm Senê ya Cizîrê pêk hat. Di panelê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê  Eren Keskin, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn, Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, Sekretera Rêxistinê ya Lijneya Rêveber a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Necla Şengul, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û gelek parazvanên mafên mirovan û endamên Egîtîm Sen'ê amade bûn. Li salona panelê wêneyê Aziz Yural, Eyup Ergen û Şehmus Dursun ên di qedexeyên kolanan de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. dîsa dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Jinên azad, civaka azad”, “Di Fitrata me de berxwedan heye, em berî natewînin" û “Koka ziqûmê di dolabê de ye îsyan li kolanan e" daliqandin. 
 
'BÎRDOZIYA TIRKIYE JI KOMKUJIYAN PÊK TÊ'  
 
Ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin axivî û diyar kir ku tevî qedexeyên kolanan dîsa lidarxistina panelê ya li Cizîrê pir watedar e û wiha got: "Jinan di salên 1990’an de jiyanek pir dijwar li vir derbas kirin. “Divê em binpêkirinên mafan ên li herêmê rû dane ji salên 1915’an de dest pê bikin. Bîrdoziya Tirkiye ji komkujiyan pêk tê. Ji serdema komara heta niha hemû îhlal pir giran bûn. Herî zêde serlêdan ji herêma Musa Çîtîl dihatin. Ji serdema 1'emin Şerê cîhanê heta niha îstismara zayendî pêk tê. Piştî têkoşîna jinan îstîsmara zayendî wekî sûcê mirovahiyê hat qebûlkirin. Piştî ÎHD hat avakirin ji bo mirov serî li me bidin me bang li mirovan kir. Gelek kesan hatin serî li me dan. Gelek jinan hatin serî li komeleyê dan. Di serî de jinên rastî îstîsmara zayendî dihatin serî li me didan. Herî zêde ji herêma Mêrdîn ku Musa Çitil lê fermandar bû serlêdan dihatin kirin."
 
'DI SALÊN 90'AN DE HER JINA DIHAT BINÇAVKIRIN RASTÎ ÎSMARA ZAYENDÎ DIHAT' 
 
Keskîn, anî ziman ku di salên 1990'an de her jina dihat binçavkirin rastî îstîsmarê dihat û wiha berdewam kir: "Me wê demê hemû îşkenceyên dihatin kirin dizanibû. Di salên 90’an de her jina dihat binçavkirin rastî îstismara zayendî dihat. Hin caran tecawiz jî dikirin. Jin ji ber vê yekê travma derbas dikirin. Ji ber vê yekê îstîsmar û cînayetên jinê polîtîk in. Li vê herêmê daraza mêrê serdest heye. Pişti têkoşîna jinan hin guhertin pêş ketin. Piştî têkoşîna jinan êdî tacîzên zayendî di nava zagonan de cihên xwe girtin. lê dîsa halê baş didome." 
 
JI BER ATK GIRÊDAYÎ DEWLETÊ YE BELGEKIRINA TECAWIZÊ ZAHMET E
 
Keskîn, destnîşan kir ku gelek jinên rastî tacîz û tecawizê tên nayên belgekirin û wiha got: "Tacîz û tecawizê bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ve girê didin. Lê ji ber ku ATK jî girêdayî dewletê ye raporkirina tecawizê pir zahmet e. Li Tirkiye beşa herî zêde ji civakîbûnê dûr daraz e. Daraz hêj nizanin Peymana Stenbolê çiye. Divê her tişt tenê bi îmzeyê sînor nemîne. Daraz îstîsmara li dijî zarokan jî rewa dike." 
 
GOTINÊN ERDOGAN ÊN ZAYENDÎ PIR BÎRDOZÎ NE
 
Hevseroka Giştî ya Egitim Senê Feray Ayketin Aydogan  jî bal kişand ser ziman û polîtîkayên hikûmetê û Erdogan û wiha got: "Di 15 salên AKP’ê de di zimanê li ser jinê de tiştek nehat guhertin. Gotinên Erdogan yên zayendî ku der barê jinan de tîne ziman bîrdozî ne. Tundiya li dijî zarokan û zewaca zarokan zêde bûye. Di nava mufredata perwerdehiyê de her tiştê girêdayî Senteza Îslama Tirk de heye. Hemû baweryên cuda û zimanên cuda wekî ên din tên dîtin." 
 
ERDEN: ZULME KARŞI DİRENİŞ TARİHİDİR CİZRE
 
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî anî ziman ku pir watedar bû ku di 8'ê Adarê de li Cizîrê bû û wiha got: “Cizîr, li dijî zilm, zor û zextan dîroka raperîn û berxwedanê ye. Tevî hemû qedexeyan û astengiyan em li Cizîrê ne. Ev pir bi wate û girîng e. Polîtikayên îktîdarê yên li dijî jinê tenê bi çûna AKP'ê nayên guhertin. Ji ber ku van politikayên tuniya li ser jinê bi AKP'ê dest pê nekiriye û bi AKP'ê jî xelas nabin. Ji ber ku di kodên genotîk ên Tirkiye de zayendîparêzî, serîtewandin heye. Yên vê yekê qebûl nakin jî li ser wan zor û zilm heye." 
 
'WEZÎR E LÊ ERKA WÊ TUNE YE' 
 
Erden, sekna Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê jî rexne kir û wiha got: "Wezîr e, lê erk û vîna wê ya biryarê bide tune ye. Ew polîtîkayên hikûmetê dixe meriyetê. Em dixwazin wezîrek ku bi jinan re polîtîkayan pêş bixe hebe. Biryar û polîtîkâyên vîna jinan di navde em dixwazin. Em dê têkoşîna vê yekê berdewam bikin. 
 
JIN DÊ BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN
 
Erden, herî dawî destnîşan kir ku îktîdar herî zêde ji vîna jinê ditirse û wiha got: "Herî zêde jin li ber xwe didin. Di şert û mercên OHAL'ê de pîrozbahiyên 8'ê Adarê ev yek nîşanî me da. Jinan tevî qedexe û OHAL'ê bi înat daketin kolanan û li ber xwe dan. Dê bi ruhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin û kelecana 8'ê Adarê tev li Newrozê bikin. 

Sernavên din

11/03/2018
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî