WAN/MÛŞ - Li Wanê ji 33 kesên hatîn binçavkirin jê 24 kes hatin girtin. 2 kesên din jî hatin binçavkirin. Li Gimgimê jî 9 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî siyasetmedarên kurd didomin. Ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Wanê û Midurteya Emniyetê di 6’ê Adarê de li Wan, Kocaelî, Antalya, Stenbol, Riha, Şirnex, Colemêrg, Semsur, Elih û Amedê bi ser gelek malan de hatibû girtin û 33 kes hatibûn binçavkirin. 33 kesên hatşn binçavkirin birin navçeya Payîzava ya Wanê û şevê din derxistin pêşberî dozger. Ji 33 kesan 24 kes hatin girtin. 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Li aliyê din li navçeya Elbak jî carek din bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser malên Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Loqman Kuş, Hevseroka DBP’ê ya navçeyê Senar Yeşilirmak û Endama Meclîsa Şaredariyê Nazîme Abdi de girtin, lê di malan de kesek tunebû. Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Tanjû Sancar û Endamê Yedek yê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Şukru Tunç hatin binçavkirin.
MÛŞ
Li navçeya Gimgim a Mûşê ji polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina navçeyê de 9 kes hatine binçavkirin.