AMED - Di medya civakî de li ser bombeya ku avêtin Efrînê navê Qeyûmê Bajarê Mezin ê Amedê Cumali Atilla nivîsandin û ji ber alikariya wî spasiyên xwe anîn ziman.
Şerê li ser Efrînê di roja 50’yemîn de berdewam dike. Di şer de heta niha 232 sivîl hatin kuştin. Zêdeyî 650 sivîl birîndar bûn. Balafirên şer bi bombeyan li ser navçe û gundên Efrînê bombe dike. Li ser medya civakî di hesabê Twitterê wêneyê bombeya ku avêtin Efrînê û nivîsa ku navê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hatibû nivisandin belav kirin. Di parvekirina hesabê “Kayyum Haber@kayyumdanhaber" de wêneyê bombeya ku îmzeya Qeyûm Cumali Atilla li ser hat parvekirin. Li ser bombeyê nivîsa “#Zeytindalı #Afrin Diyarbakır BB Başkanımız Sayın Cumali Atilla. Başkanımıza Afrin’e vermiş olduğu destekten dolayı teşekkür ederiz... Selamlar” hat nivîsandin.
BERÊ JÎ NIVÎSANDIN
Berê jî navê gelek siyasetmedar û şaredarên AKP û CHP'ê li ser bombeyên avêtin Efrînê hatin nivîsandin û di medya civakî de hatin parvekirin.