AMED – Edîtora Jin News’ê Rojda Korkmaz sererastkirina qanûnî ya têkildarî îstîsmar û êrîşên zayendî wek sansûrkirin nirxand û got: “Medyaya ku îstîsmarkirina zarokan û kuştina jinan dike magazîn, ji desthilatê wêrekiyê distîne.”
Tifaqa hilbijartinê ya AKP-MHP’ê sererastkirina qanûnî ya îstîsmarkirin û êrîşên zayendî ku wek “çareserî” difikire pêk bîne rastî nerazîbûna raya giştî hat. Li gorî agahiyên ku medyaya nêzî desthilatdariyê agahiyên di hundirê pêşnûmeyê de belav kir; dê cezayê îstîsmarkaran bê zêdekirin. Di bin navê “Tedbîra rîskê” û “Parastina mexdûr” de jî dê nûçeyên têkildarî mijarê bên sansûrkirin.
Alîkarê Serokwezîr Recep Akdag ê di nav koma pêşnûmeya qanûnê amade kirin de cih digire got ku ew tedbîrên bînin ser nûçeyên îstîsmarê û girîngiyê didin pergala otokontrolê.
‘TU DERDEK HIKÛMETÊ BI ZIMANÊ MEDYAYA NÎNE’
Di warê zimanê nûçeyên jinan û îstîsmarkirina zayendî de ajansa jinan, Jin News jî cudahiyek daye afirandin. Edîtora Jin Newsê Rojda Korkmaz diyar kir ku armanca esil a desthilatdariyê ne çareseriye û armanca wan ewil sansûrkirin e. Korkmaz anî ziman ku bi saya rojnamegerî û çapemeniya alternatîf bûyerên îstîsmarkirina zayendî tê rojevê û got: “Ev yek hikumetê aciz dike. Ji ber vê yekê nûçeyên bi vî rengî naxwaze. Di salek dawî de 370 zarok bi îstîsmarkirinê re rû bi rû man. Hikûmet ji polîtîkaya weşangeriya alternatîf a ku teşhîr dike aciz e. Halbûkî tu pirsgirêka wan bi biz iman, gotin û hûnandina medyaya nêzî wan tune ye. Berevajî vê medyaya ku îstîsmarkirina zarokan û kuştina jinan dike magazîn, ji desthilatê wêrekiyê distîne.”