WAN - Aktîvista VAKAD'ê ya bi KHK'ê hat girtin Songul Ozinver, diyar kir ku piştî şahidê bûyera îstîsmarê agahî da wê. derket holê ku li Bazîdê 2 bûyerên cuda yên îstîsmarê pêk hatine. Ozinver, destnîşan kir ku li dibistanekê îstîsmarkar Mehmet T. piştî parastina “Min henek kir" kiriye serbest hatiye berdan.
Serokomar Erdogan duh gef li çapemeniyê xwar û xwest bûyerên îstîsmarê nenivîsin. Li aliyê din jî roj bi roj bûyerên îstîsmarê zêde dibin. Her ku şahid di axivin bûyerên nû ku heta niha nehatine bihîstin û bersûcê wan nehatine darizandin û serbest digere derdikevin holê.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser giliyê walitayan 2 bûyerên îstîsmara li dijî zarokan derket holê. Şahidê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, agahiyên îstîsmarê bi aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ya bi KHK'ê hat girtin Songul Ozinver re parve kir. Piştî parvekirina agahiyan, derket holê ku 2 zarok rastî îstîsmarê hatine. Li gorî agahiyên bi Aktîvîst VAKAD'ê Songul Ozinver re hatin parvekirin zarokek rasti îstîsmara S. hatiye û zarokekî dîn jî li dibistanê rastî îstîsmara M.O. hatiye. Têkildarî îstîsmara yekemîn kesek hat girtin. Têkildarî îstîsmara duyemîn jî xebatkarê dibistanê Mehmet O. jî piştî parastina "Min henek kir" hatiye berdan. Piştî şahidan serî li Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozinver da, derket holê ku bersûcê îstîsmarê serbest digere.
SER ÎSTÎSMARÊ DIGIRIN
Ozinver, diyar kir ku şahid serî li wê da şahidê bûyeran e û wiha got: "Şahidê serî li min da şahidê îstîsmara zarokan e. Kesê agahi da min diyar kir ku ser van îstîsmaran tê girtin û ji bo ev bûyer ser wan neyê girtin serî li min da û xwest ez vê rastiyê belav bikim. Her 2 bûyerên îstîsmarê li şûna di çapemeniya herêmî de bên weşandin, tevî agahiya wan hebû jî pêdivî bi çêkirina nûçeyê jî nedîtine. Li şûna bûyerê ronî bike dijberî vê yekê ser bûyerê girtine û bêdeng mane."
'RASTÎ ÎSTÎSMARA TIYÊ XWE HAT
Ozinver, destnişan kir ku piştî şahid serî li wê da der barê 2 bûyerên îstismarê de lêkolîn kir û wiha got: "Bûyera yekem li gundekî Bazidê pêk hatiye. Li gund zave S. çû mala xezûrê xwe û çavdêriya zarokan kir. Piştî dibe şev, zave S., îstîsmarî zaroka 13 salî kir. Zarok bûyerê tenê ji mamosteya xwe ya dibistanê re vegot. Mamoste piştî bûyerê agahiyê da cendirmeyan û S., piştî bûyerê hat girtin. Niha zaroka rastî îstîsmarê hatiye li stargehê ye."
MUXDAR: MIROV HAT GIRTIN QEDIYA
Ozinver, anî ziman ku piştî bûyerê xwe gîhandin bavê keçikê û keyayê gund û wiha got: "Me bi keya re hevdîtin kir. Keya got 'Raste bûyerek wisa heye. Lê ew mirov hat girtin niha pirsgirêk tune ye.' Piştre min bi bav re hevditin kir. Bav jî dibêje 'Ji xwe aqilê wî ne li serê wî ye' Her çend min xwest bav piştgiriya edlî bixwaze jî dîsa got 'aqilê wî ne li serê wî ye' û parastina zavayê xwe kir. Ser bûyerê digirin."
ÎSTÎSMARKAR: MIN HENEK KIR
Ozinver, anî ziman ku dîsa li gorî serlêdana şahid bûyera din li dibistanê pêk hatiye û wiha got: "Xebatkarê dibistanekê Mehmet O., zarokekê îstîsmar dike. Dema zarok çû pirtûkxanê derî li ser zarok kilît kir û êrîşî wê kir. Zarokê bûyer ewil ji hevalê xwe re û piştre ji midûrê dibistanê re got. Dema midûr dixwaze îfadeya wî bistîne dibêje 'Min xwest henek pê bikim' Piştî dîsa zarokê gilî kir Mehmet O. hat binçavkirin û li dargehê jî heman îfade da û hat berdan."
MALBAT JÎ ŞIRÎKÊ SÛC E
Ozinver, anî ziman ku ji ber malbat jî bi şopa bûyerê nakevin û nabin dozdar, malbat jî bi qasî îstîsmarkaran sûcdar in û xwest hem malbat û hem jî kesên şahid li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin û mafê xwe yê hiqûqê biparêzin.
MA / Nimet Olmez