* Aktîvista VAKAD'ê ya bi KHK'ê hat girtin Songul Ozinver, diyar kir ku piştî şahidê bûyera îstîsmarê agahî da wê. derket holê ku li Bazîdê 2 bûyerên cuda yên îstîsmarê pêk hatine. Ozinver, destnîşan kir ku li dibistanekê îstîsmarkar Mehmet T. piştî parastina “Min henek kir" kiriye serbest hatiye berdan.
* Li Enqere polîs li malbatên 15 xwendekarên zanîngehê geriya û ji malbatên xwendekaran re sîxurî kirin û malbat û xwendekar anîn hemberî hev. Polîsan gef li malbatan xwar û xwest li zarokên xwe baldar bin. Endama Pîrebokên Kampusê Meriç Atalar, bertek nîşanî sixuriya polisan da û got: "Ji hêza me ditirsin. Ji ber vê yekê me û malbatan li hev sor dikin. Em kolanan terk nakin."
* Prof. Dr. Gencay Gursoy, bal kişand ser talûkeya tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartina 2019'an û xwest muxalefet hêza xwe bike yek û siyaseta kolanan çalak bike. Gursoy, anî ziman ku ger muxalefet hêza xwe neke yek dê Tirkiye heta 200 salên pêş demokrasiyê winda bike.
* Serdozgerê Komarê yê Mûşê îdîanameya der barê nûçegîhana ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin de îdîaname amade kir. Serdozger nûçeyên ku Taşkin amade kirin, axaftinên telefonan yên bi çavkaniyên nûçeyan re û parvekirinên li ser medya civakî sûc dît. Yekemîn danişina doza Taşkin dê di 30'ê Nîsanê de bê dîtin.
* Jinên ku di 8'ê Adarê de derketin kolanan her der kirin qada îsyanê. Endama EKA Nurten Karahanci, diyar kir ku îsal dê bibe sala jinê. Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî diyar kir ku her çend wan dîroka 8'ê Adarê li pey xwe hişt jî, daxwazên wan ên jêneveger hej bê bersîv in .
* Nivîskar Weysel Tirpan bal kişand pişaftina ser zimanê kurdî û got: “Qaşo zimanê kurdî didin jiyankirin. Lê di esasê xwe de dixwazin zimanê kurdî ji binî tune bikin.”
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan bi boneya edalet pêk bê dê bi dirûşmeya “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 474'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê berdewam bike. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" dê di hefteya 676'an de çalakiya xwe li qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û Xizmên windayan yên Îzmirê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin" û “Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 423’an de berdewam bike. (13.00)
* Komisyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 311'an de çalakiya "Rûniştina" li Qada Galatasarayê dauyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
* Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin dê di hefteya 75'an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Huda Kaya panela "Di OHAL’ê de îhlalên mafên jinana" pêk bîne. ( 14.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)
* Zenîna Edaletê dê bi ser navê "Li Cîhan û Tirkiye derfetên demokrasî û aştiyê" li Salona Civînê ya Cezayirê panelê pêk bîne. (13.00-19.00)