STENBOL - Dadgehê di danişîna îro de der barê rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu de biryara tahliyeyê da. Der barê Akin Atalay de jî biryara berdewama girtinê da.
6'emîn danişîna doza Rojnameya Cumhuriyetê ku rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu û Nûçegîhan Ahmet Şik û Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalay dihatin darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê piştî parastinan der barê rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu de biryara tahliyeyê da. Der barê Akin Atalay de jî biryara berdewama girtinê da. Dadgehê doz taloqi 16'ê Adarê kir.