STENBOL – Serdozgeriya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din cara 66’emîn red kir.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi boneya roja duşemê bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir.
Serdozgeriyê serlêdana malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li gel Ocalan girtî ne jî red kir.
Daxwaza hevdîtina malbatan ji 11’ê îlona 2016’an ve ev bû cara 66’emîn tê redkirin.