EDENE – Li Edeneyê xwendekarê zanîngehê Mevlut Ceyran li ser beyanên şahidekê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Xwendekarê Zanîngeha Çukurova Mevlut Ceyran di 2’ê adarê de li Stenbolê hat binçavkirin û ew biribûn Edeneyê. Piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan ew sewqî dadgehê kirin. Ceyran li dadgehê li ser beyanên şahidekê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Ceyran şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê.