EFRÎN – Bi sedan şêniyên herêma Kantona Cizîrê bi ramanca piştgiriyê bidin gelê Efrînê hatin Efrînê û diyar kirin ku balafirên şer ên TSK'ê nikarin vîna wan bişkinin û ger ku hatin kuştin jî bila li ser axa xwe bên kuştin.
Şêniyên Kantona Herêma Cizîrê yên bi armanca piştigiriyê bidin gelê Efrînê şeva din gihiştin gundê Birc El-Qas, îro bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan welatî li Gundê El-Qas ê Navçeya Şêrawa kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberê saziyên civaka sivîl a herêma Cizîrê Cemîl Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Rojava-Bakurê Sûriyê fikr û felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re esas digrin û li ser riya şehîdan dimeşin û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne bi balafiran û ne ji bi tank û topan îradeya me naşkîne. Birêz Ocalan dibêje heza me ya em cîhanê têk bibin hebe jî em êrîş nakin û hemû cîhan bibe yek û êrîşî me bikin jî em dê heta dawî li ber xwe bidin û serî natewînin. Em jî dibêjin emê heta dawî têbikoşin."
Ehmed destnîşan kir ku şêniyên herêma Cizîrê bi armanca destekdayîna Berxwedana Serdemê ya Efrînê û alîkariya şêniyên wê hatine Efrînê û wiha got: "Gelê ku kesayetên mîna Arîn, Avesta û Rûsteman di nava me de hebin û dîrokê bi tîpên zêrîn dineqişînin ew gel tu carî nakeve û wê berxwedaniya xwe dewam bike. Em bi navê gelê herêma Cizîrê êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Em dibêjin teqez Efrîn dê bi ser bikeve. "
Gelê Cizîrê piştî daxuyaniyê meşiyan Cizîrê.