AMED – Li navçeya Rezan a Amedê li kargehekê teqîn pêk hat û kesek birîndar bû.
Li navçeya navendî ya Rezana Amedê li kargehekê teqînek rû da. Dijwariya teqînê li gelek deverên Amedê hat bihîstîn. Gelek ambulans û komên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Sedemê teqînê hêj nehat zanîn û hat gotin ku kesek bi giran birîndar bûye.