ŞIRNEX – Li Şirnexê, piştî qedexeya derketina kolanan bi hinceta "Qadên Bi Rîsk e" bi hezaran xaniyên welatiyan ên saxlem hatin xerakirin û bi deh hezaran welatî bê xanî man. Welatiyên xaniyê wan hatin xerakirin, piştî 2 salan dê karibin bi awayekî bi sînor xaniyên xwe ava bikin.
Walîtiya Şirnexê di navbera 14'ê Adar û 14'ê Mijdara 2016'an de derketina derve li welatiyan qedexe kir. Di qedexeyan de bi hezaran xanî bi tang û topên leşker û polîsan hatin rûxandin. Piştî qedexe bi dawî bû jî, bi hinceta "Qadên Bi Rîsk e" bi hezaran xaniyên welatiyan ên saxlem hatin xerakirin û bi deh hezaran welatî bê xanî man. Welatiyên xaniyê wan hatin xerakirin, piştî 2 salan dê karibin bi awayekî bi sînor xaniyên xwe ava bikin.
Piştî xedexe bi dawî bû Lijneya Wezîran li ser daxwaza Wezareta Bajarvanî û Derdorê li taxên Cumhuriyet, Gazipaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşilyurtê
"Qada Bi Rîsk" îlan kir.
Hêj qedexeya derketina derve berdewam dikir, di 10'ê tebaxa 2016'an de "Qadên Bi Rîsk" hatin îlankirin" Piştî qedexe bi dawî bûn Îdareya Xaniyên Komî ya Serokwezîriyê (TOKİ) bi destûra taybet dest bi xerakirina xaniyên saxlem kir û li şûna xaniyên saxlem û xerabe dest bi avakirina 6 hezar xaniyan kir. Dîsa dest bi avakirina hezar kargeriyan kir. Xebatên avakirina xaniyên malan û kargeriyan hêj didome. Heta niha li taxên hatin xerakirin 5 qereqol, gelek kalekol hatin avakirin. Li taxa Yenî jî fîrmayên taşeron ên girêdayî TOKÎ xaniyên heyî jî xera dikin.
PIŞTÎ 2 SALAN DESTÛRA ÎMARÊ DAN
Piştî qedexe bi dawî bû, 2 sal şûnde hêj nû bi awayekî sînor destûr dan ku welatî xaniyan ava bikin. Welatiyên ku li taxên xanî hatin xerakirin bixwazin xaniyên xwe ji nûve ava bikin dikarin destûr bistînin. Welatiyên ku berê dixwestin li şûna xaniyên xwe, xaniyên nû ava bikin, ji aliyê Qeyûmê ve bi hinceta "qada bi rîsk e" dihat redkirin. Dîsa li taxên ku "Qada bi Rîsk" nehatibû îlankirin jî destûr nedihat dayîn. Şaredariyê çend roj berê ji nûve plana îmarê çê kir û bi awayekî sinor dê destûrê bide welatiyan ku xaniyan ji xwe re ava bikin.
Lê nehat diyar kirin ku welatî dikarin li kijan taxan xaniyan ava bikin.