AMED - Dadgeha Îstinafê, 3 meh cezayê girtîgehê ku 2'emîn Dadgeha Asliye li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birî bû xera kir. Dadgehê biryar da ku doz ji nûve bê dîtin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, di 25'ê Mijdara 2016'an de li 1'emîn Dadgeha Asliye, di doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku serbest dihat darizandin de wêneyê Demîrtaş li salona dadgehê kişandibû û di medya civakî de belav kiribû. Bi sedema ku Guven wêne kişand û di medya civakî de belavkir der barê wê de bi sucdariya “veşartin îhlal kiriye" ji salekê heta 3 salan doz hatibû vekirin. Doz li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye hat qebûlkirin û Heyeta dadgehê di 22'ê Mijdarê de biryar aşkere kiribû. Heyeta dadgehê der barê Guven de 3 meh cezayê girtigehê birî û ceza taloq nekir. Parêzera Leyla Guven Reyhan Yalçindag biryar îtîraz kir û doz bir Dadgeha Îstifanê ya Herêma Dîlokê. Heyeta dadgehê bi yek dengî ceza xera kir û dîsa biryar da ku doz di 8'ê Gulanê de li 3'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê bê dîtin.