Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan

img

STENBOL –  Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê yekem car di sala 1979'an de li salona Dawetê ya Încî bi hezar û 500 kesan dest pê kir, di 2015'an de li Qada Kazliçeşme gihişt milyonan. 

Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê dê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê bi şîara “Newroz raperîn e! Li dijî faşîzmê bahara gelan e!" bi tevlêbuna hemû bawerî û gelan pîroz bikin. Wekî salên dawîn îsal jî li bendê ye ku Newroz ji aliyê milyonan ve bê pîrozkirin. Newroza Stenbolê ku wekî “Baxçeyê Gelan" tê pênasekirin, nêzî 40 salin tê pîrozkirin. Newroza ku di sala 1979'an de li Salona Dawetê ya Încî bi tevlêbûna Hezar û 500 kesan dest pê kir, niha ji aliyê milyonan ve tê tê pîrozkirin. Agirê Newroza ku 39 sal berê li taxê vêket, di 2015’an de li qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. 
 
JI TAXÊ DEST PÊ KIR Û LI QADAN GEŞ BÛ 
 
Newroza ku di sala 1979'an de li salona dawetê dest pê kir û heta salên 1990’an di nava kolan û taxan de hat pirozkirin, piştî salên 1990’î tax bi tax li nava Stenbolê belav bû. Piştî bi sed hezaran kurdên ku mal û gundê wan li bajarên Kurdistanê şewitîn û koçî Stenbolê kirin çanda pîrozbahiya Newrozê bi xwe re birin kolan û taxên Stenbolê. Piştî koçberiyê dest pê kir, agirê Newrozê jî sal bi sal li tax û navçeyên Stenbolê geş bû û belav bû. Yekem car di 21'ê Adara 1995’an de Newroza girseyî li Parka Saraçhane ya Fatîhê hat pîrozkirin. Polîsan bi awayekî tund mudaxaleyî girsê kiribû û bi dehan kes hatibûn binçavkirin. 
 
YEKEMÎN PÎROZBAHIYA LI KAZLIÇEŞMEYÊ 
 
Tevî hemû zext û tundiyê yekem car Newroz di sala 1996'an de Newroz bi girseyî li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû hat pîrozkirin. Zêdeyî 15 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bû hevîya xwişk û biratiya gelan. 
 
DI SALA 1999’AN DE AGIRÊ SERHILDANÊ PÊXISTIN
 
Di sala 1997'an de bi tevlêbûna deh hezaran li qada Abide-î Hurriyetê Agirê Newrozê geş kirin. Di sala 1998'an de carek din li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû pîroz kirin. Di sala 1999'an de jî gelên Stenbolê li dijî komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi deh hezaran û bi silogana “Agirê Serhildanê" hat pîrozkirin. 
 
AGIRÊ SERHILDANÊ LI HEMÛ TAXAN BELAV BÛ
 
Newroza Stenbolê di 2000’an de bû agirê Serhildanê û li çar aliyên Stenbolê belav bû. Vê carê ne tenê gelê kurd, êdî gelên din û rengên din jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê jî di sala 2000’an de dîsa li Qada Abide-i Hurriyetê ya Şîşliyê ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin. Girseya ku li qadê kom bû rastî mudaxaleyên dijwar ên polîsan hatin. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên rastî êrîşên polîsan hatin, di vegera tax û navçeyan de vê carê di saetên şevê de Agirê Newrozê li taxan belav kirin û li hemû taxên Stenbolê Agirê Newrozê geş kirin. 
 
HER DER BÛ AGIRÊ NEWROZÊ
 
Her ku qedexe zêde bû pîrozbahî jî belav bû. Walîtiya Stenbolê di 2001'an de dîsa qedexe kir. Lê vê carê Agirê Newrozê li hemû tax û navçeyên Stenbolê geş bû. Gel qedexe nas nekir û bi hezaran herikin Qada Kazliçeşmeyê. Tevî ku bi hezaran polîsan barîkat danîn û mudaxaleyî gel kir jî, gel astengî nas nekir û Newroz pîroz kir. Piştî gel agirê Newrozê geş kir polîsan mudaxale kir û li gelek cihan pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li taxên xwe vegeriyan vê carê li taxên xwe agir geş kirin. Dîsa mudaxaleya polisan li nava taxan belav bû. 
 
Waliyê Stenbolê di sala 2002'an de dîsa pîrozbahiya Newroz li Stenbolê qedexe kir. Lê dîsa gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatî derketin kolanan û Newroz pîroz kir. Di sala 2003'an de pîrozbahiya Newrozê di bin dagirkeriya DYA ya Iraqê de hat pirozkirin. Bi sed hezaran kesên tev li pirozbahiya Newrozê bûn şer şermezar kir. Newroza 2003'an bi tevlêbû gelê kurd û tirk a li dijî şer hat pîrozkirin. 
 
80 HEZAR KES TEV LI NEWROZÊ BÛN
 
Di sala 2004'an de, piştî salên 90’an yekem car Newroza herî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Nêzî 80 hezar Stenbolî li Qada Kazliçeşme kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kir. Ji 2004'an heta 2012'an navnîşana Qada Newrozê nehat guhertin. 8 salan li ser hev Newroz bi girseya herî mezin li Qada Kazliçeşme hat pirozkirin. Di 2012'an de dîsa Newroz qedexe kirin. Tevî ku qedexe kirin jî bi sed hezaran kurd herikîn Qada Topkapi û xwestin Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran kesên ku xwestin ji Topkapi bimeşin Qada Kazliçeşmeye rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û zêde bombeyên gazê avêtin nava girsê Rêveberê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yê Navçeya Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest da. 
 
JI HEZARAN BÛN SED HEZAR, JI SED HEZARAN BÛN MILYON
 
Piştî gel di 2012'an de qedexe û kuştin nas nekir di salên 2013, 2014 û 2015’an de dîsa bi sed hezaran Stenbolî berê xwe dan Qada Kazliçeşmeyê. Di Newroza 2013'an a li qada Kazliçeşmeyê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Bi milyonan Stenbolî li Sûrên Stenbolê dirûşmeya “Bijî Newroz” berz kirin. Di pîrozbahiyên 3 salan de bi milyonan gelê Stenbolê ku di navde kurd, tirk, turkmen, çerkez, Pomak, LGBTÎ û anarjîst jî hebûn qada Newrozê kirin "Baxçeyê Gelan" ê Tirkiye. 
 
STENBOL KIRIN NEWROZ
 
Di 2016’an de wekî hemû Tirkiye li Stenbolê jî Newroz hat qedexekirin. Lê gelê Stenbolê dîsa qedexe nas nekir û dîsa tevî hemû astengî û qedexeyan li hemû tax û kolanên Stenbolê Newroz pîroz kir û Stenbol kirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Her der Newroz her der berxwedan" pîroz bike. Lê ji ber Walîtiyê destûr neda û her derê qadê girt û avahiya HDP'ê dorpêç kir, li hemû tax û navçeyên Stenbolê hefteyekî li ser hev her der bû qada Newrozê û li her derê Agirê Newrozê geş bû. Bi sed hezaran di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana xwerêveberiya cewheri silav kirin. 
 
VÊ CARÊ LI QADA KARTALÊ PÎROZ KIRIN
 
Di sala 2017'an de vê carê Newroza Stenbolê li Qada Kartalê hat pîrozkirin. Her çend Qada Kartalê ne navendî bû jî dîsa ji ber ku li wir destûr hat dayîn Bi sed hezaran kes herikî Qada Kartalê û bi dirûşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. 
 
Gelê Stenbolê ku qedexe û astengî nas nekirin û sal bi sal bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz pîroz kir îsal xwe ji bo Newrozek hîn bi coştir û bi tevlêbûnek hîn xurttir amade dike. Îsal dê di 21'ê Adar3e de li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê dê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê bi şîara “Newroz raperîn e! Li dijî faşîzmê bahara gelan e!" bi tevlêbuna hemû bawerî û gelan pîroz bikin. Ji ber ku îsal li ser axa Efrînê şer tê meşandin û li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye dê peyamên sereke Efrîn û tecrida li ser Ocalan be. 
 
 
MA / Yasin Kobulan 

Sernavên din

11/03/2018
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî