* Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê yekem car di sala 1979'an de li salona Dawetê ya Încî bi hezar û 500 kesan dest pê kir, di 2015'an de li Qada Kazliçeşme gihişt milyonan.
* Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê di 10'ê Adarê de bi atolyeya fîlmên kurt dest pê bike. Kordinatora Filmmor Melek Ozmen, diyar kir ku
di atolyeyê de jinên ku reng û rûyên sinemayê biguherîne cih digirin.
* Li Girtigha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê, girtiyên ku neketin nîzama leşkerî û li ser piyan jimartin nedan, rastî lêdan û cezayê dîsîplîne hatin. Li 111 girtiyan, ji bo her girtiyekî 2 mehan ziyaret li wan qedexe kirin.
* Dadgeha Îstinafê, 3 meh cezayê girtîgehê ku 2'emîn Dadgeha Asliye li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birî bû xera kir. Dadgehê biryar da ku doz ji nûve bê dîtin.
* Li gorî daneyên Karên Zanînê ya Navenda Giştî ya HDP'ê, di 3 salên dawî de binçavkirin, girtin û tundiya li ser endam û rêveberên HDP'ê derketiye asta herî jor. Ji Tîrmehae 2015'an heta 22'ê Sibata 2018'an, 11 hezar û 631 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Der barê 55 wekîlên HDP'ê de 511 fezleke hatin amadekirin. Parlamenterên HDP'ê yên girtî heta niha 387 caran hatin darizandin.
* Omer Yaba yê ji ber dozek edlî di 25'ê Çile de hat girtin, di 9'ê Sibatê de cenazeyê wî ji girtîgehê derket. Hat diyar kirin ku ji ber rayedarên girtîgehê dermanê wî nedane wî jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yaba der barê rayedarên girtîgehê de serlêdana sûc kir.
* Li Şirnexê, piştî qedexeya derketina kolanan bi hinceta "Qadên Bi Rîsk e" bi hezaran xaniyên welatiyan ên saxlem hatin xerakirin û bi deh hezaran welatî bê xanî man. Welatiyên xaniyê wan hatin xerakirin, piştî 2 salan dê karibin bi awayekî bi sînor xaniyên xwe ava bikin.
* Jinan li Atîna û qampa Lavrionê bi boneya 8 ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş û bernameyên cûr bi cûr li dar xistin. Siyasetmedara kurd Ruken Demîr diyar kir ku ew civakîbûna bi pêşengiya jinê li Çiyayê Kurdistanê pêş dikeve silav dikin.
* Geşedanên der barê Efrînê de dê bên şopandin.
* Rêxistinên HDP, DBP, DTK, HDK û TJA, dê li Odela Demîr bernameya Newroza 2018'an a bi şîara "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" bi raya giştî re parve bike. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Elbîstana Mereşê dê têkildarî firotina Fabrîqeya Şekir a Mereşê li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Baroya Amedê dê ji bo kujerên Tahîr Elçî bê ronîkirin di hefteya 117'an de li pêş Mînareya Car Ling daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)