NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek navendan Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin. Jinan ji tundiya mêr, şerê cihanê re gotin na û silav ji Gelê Efrînê re şandin.
Platforma Feminist a Meşa Şevê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Taksim û gelek navendên din meşa şevê li dar xistin. Jinên femînîst ên Stenbolê li pêş Navenda Çandê ya Fransiz a Taksîmê kom bûn û bi dirûşmeya “Jiyana me, îsyana me, têkoşîna me: Feminizm” berz kirin û heta Tunelê meşiyan. Jinan di meşê de alên xemrî, dowîz û qaranfîl rakirin. Bi hezaran jin tev li meşê bûn. Jinan bê navber dirûşmeyên “Bijî Têkoşîna me ya feminist" “Jin, jiyan, azadi,”, “Em kolan û qadan terk nakin", “Em serî natewînin" û “Îsyan” berz kirin. Jinan di meşê de dowîzên li ser “Ne şer em aştiyê dixwazin" "Bila kesekî din kêm nebe", “Diyanet muftu û îlahiyatnas li her derê ye, lê azadî li ku ye?" “Jin ji hemu şerên cihanê re dibejin na” bilind kirin.
HEZAR SILAV JI JINÊN LI EFRÎNÊ TÊDIKOŞIN RE'
Bi hezaran jinên tev li beşê bûn gelek caran dirûşmeya “Ji Jinên li Efrinê têdikoşin re hezar silav" berz kirin û laçikên sipî bilind kirin. Jinan dîsa dowîzên li ser “Sara, Rojbin, Ronahi” bilind kirin. Dîsa dowîzên bi zimanê îngîlîzî, ermenî, tirkî, kurdî, yuyanî, almanî, firansî û erebî li ser hatibû nivîsandin rakirin. Jin piştî gihiştin tunelê bi kurdî, tirkî û erebî daxuyanî dan.
Bi kurdî Rojda Yildiz, bi tirkî Îren Gerkuş, bi erebî jî Amina Halîl daxuyanî xwend.
Jinan piştî daxuyanî dan govend gerandin û belav bûn.
JIN LI ENQERE JÎ MEŞIYAN
Jinên Enqereyî li Parka Kurtuluşê kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Piştre li Kuguluparkê tev li Meşa Şevê ya feminist bûn. Jinan di meşêde pankarta “Em bi şevê jî parkan terk nakin" rakirin û meşiyan. Jinan alên mor, dowîz rakirin û bi diruşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Li ser navê jinan Endama Kolektifa Feminist a Enqereyê Tuba Engel, daxuyani da û diyar kir ku ew jiyanê dixwazin.
LI ÎZMÎRÊ JÎ BI SEDAN JIN MEŞIYAN
Li Îzmirê jî bi heman armancê, bi sedan jin li pêş Navenda Çanda Leman a Alsancakê kom bûn û meşiyan. Di meşê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di refên pêş de cih girtin. Dayikan wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan rakirin Piştî jinan dest bi beşê kir polîsan li pêş meşa jinan barikat danî û destûr neda meşê. Bi sedan jinan bi tilîlî û dirûşmeyan astengiya polîsan şermezar kir. Jinan piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştre kom bi kom barîkata polisan derbas kirin û derbasî Navenda Çandê ya Turkan Saylan bûn.
LI MÊRSÎNÊ JÎ JIN DERKETIN KOLANAN
Li Mêrsînê jî bi heman armancê Jin tev li Meşa Şevê ya Feminist bûn. Jin bi pankart û dowîzan heta Qada Bariş meşiyan. Li ser navê Platforma Jinan a Mêrsînê Aze Su Dalmızrak axaftinek kir û tundiya li ser jinan şermezar kir.